‘112 Hesp û Xezelek’ derçû 2023-10-07 14:00:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Helbestvan-nivîskar Selîm Temo bi pirtûkek nû ya helbestê “112 Hesp û Xezelek” li pêşberî xwîneran e.  Helbestvan-nivîskar Selîm Temo, du sal piştî çapa pirtûka bi navê "Pûnga li Bajêr" bi pirtûkeka nû ya helbestan derket pêşberî xwîneran. Navê pirtûka Temo “112 Hesp û Xezelek” e û besta xwe ji hespên dîrok û çanda kurdan girtiye. Temo di pirtûka xwe de navên 361 hespan anîne û li ser 112 ji wan helbest nivîsîne.   Ev pirtûka Temo ya bi navê “112 Hesp û Xezelek” ji Weşanên Darayê derçûye. Pirtûka ku demek dirêj e xwîner bi meraq li bendê bûn ji 113 helbestan pêk hatiye ku bi giştî hezar û 94 riste ne. 112 ji van helbestan ji devê hespan in û bi zimanê hespan diaxivin. Helbesta dawîn ku bi forma xezelê hatiye nivîsîn, ji 112 beytan pêk tê. Di vê xezelê de dengê helbestvan bi xwe tê bihîstin ku hem behsa cîhana xwe dike, hem jî behsa serpêhatiya xwe ya bi hespan re dike.   HETBAN, GOGERCÎN Û GÊJO…    Ji Hetban heya Gogercîn, ji Delû Nîgarê heya Sêvoya Sêling, ji Gêjo heya Kose Etmakî, ji Xezalê heya Cilfîferazê, ji Dêroyî heya Hoqabê Şeşpê bi sedan hesp di pirtûka ‘112 Hesp û Xezelek’ê de dişehin, dixarin, dixewin û diaxivin. Cumhur Olmez edîtoriya pirtûkê kiriye û bergê pirtûkê ji aliyê Sadik Hangul ve hatiye çêkirin.    Xwîner dikarin pirtûkê li ser malperên pirtûkan û ji pirtûkgehan peyde bikin.    SELÎM TEMO KÎ YE?   Helbestkar, wergêr û akademîsyen. Di 27’ê nîsana 1972’yan de li gundê Mêrînayê Batmanê ji dayik bû. Dibistana seretayî li gundî, a navîn li Batmanê kuta kir. Bi destpêka xwendina Beşa Etnolojiyê ya Zankoya Enqereyê (1992-2000) re dest bi belavkirina berhemên wêjeyî kir. Mastera xwe (2003; Wêjebûna Laşî di Helbesta Cemal Süreya de) û doktoraya xwe (2009; Dorhêl di Helbesta Tirkî de: 1859-1959) li Zankoya Bilkentê, di Beşa Zimanê Tirkî de bire sêrî. Di 2009an de li Zankoya Artukluyê ya Mêrdînê wekî asîstant profesor dest bi hîndekariyê kir û xebata damezirandina Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî bi rê ve bir. Lê piştî ku Kurdî ji aliyê dewletê ve wekî “beş” nehate pejirandin, ji lijneya damezirandinê îstifa kir. Di 2011an de wekî “mamosteyê mêvan” li Navenda Lêkolînên Kurdî ya li Zankoya Exeterê (Brîtanya) xebitî. Di hin rojnameyan de heftane nivîs dinivîse (2013-2014, Radikal / 2017-2019 Duvar /2019-2020, Xwebûn). Helbest û nivîsên wî bo Almanî, Azerî, Ermenkî, Farisî, Flamanî, Frensî, Îngilîzî, Japonî, Danî, Baskî, Îtalî, Kurdî (Kurmancî, Soranî, Kirmanckî), Spanyolî û Tirkî hatine wergerandin. Di meha pêşîn a 2017'an de ji zanîngehê hat îxrackirin ango avêtin. Salekê li Zanîngeha Paul Valéry a li Montpelliera Fransayê xebitî. Temo niha li Parîsa Fransayê dijî.              Berhemên wî:    Helbest: Ah! Tamara (1995), Kırgın Nehirler Meseli (1996), Uğultular (2000), Sê Deng (2011), Keştiya Bayê (2016), Pûnga li Bajêr (2021). Roman: - Çiftlere Cinayet Dersleri (1998). Antolojî: Kürt Şiiri Antolojisi (2007). Pirtûkên zarokan: - Serê Şevê Çîrokek (12 pirtûk, 2006-2010). Werger: Amidabad: Göç, Çocuk, Irmak (Vehênana Fawaz Husênî-2004), Solgun Romans (Çîrokên Firat Cewerî-2005), Abdalın Bir Günü (Romana Mehmed Uzunî-2005), Sen (Romana Mehmed Uzunî, roman, 2006), Yaşlı Rindin Ölümü (Romana Mehmed Uzunî-2006), Yitik Bir Aşkın Gölgesinde (Romana Mehmed Uzunî-2006), Aşk Gibi Aydınlık Ölüm Gibi Karanlık (Romana Mehmed Uzunî-2006), Mem ile Zîn (Mesnewiya Ehmedê Xanî-2016), Kar ve Ateş (Helbestên Mueyed Teyibî-2016). Lêkolîn û gotar: Türk Şiirinde Taşra (2011), Ruhun Bedeni (2014), Uzak Komşu: Kürt ve Türk Şiiri İlişkileri (2015), Horasan Kürtleri (2018), Cemal Süreya Şiirinde Beden ve Erotizm (2021). Tîpguhestin: Ne Ba Min Siwar Dike, Ne Ax Min Peya Dike (Helbestên Mueyed Teyîb, 2014). Edîtorî: Rojên Wêjeya Kurdî (Ligel Îbrahîm Seydo Aydogan, 2011).    Xelatên ku wî wergirtine:   * Xelata Yaşar Nabi Nayır a Helbestê, 1997 * Xelata Halkevleriyê ya Romanê, 1998 * Çirayên 2011'an, Weqfa Hrant Dink