Tama hezaran salan: Raxistî 2018-04-27 09:21:13 ÊLIH - Endamê Eşîra Reşkotanê Ekrem Ergul, bi armanca çand û tama hezaran salan a xwarina Raxistî ya Eşîra Reşkota biparêze kargehek vekir û xwarina Raxistî xist xizmeta gel.  Endamê Eşîra Reşkota Ekrem Ergul, li Êlihê ji bo çanda xwarina Raxistî ya Eşîra Reşkota ku bi hezaran salan xwe parastiye û heta îro hatiye bide naskirin û parastin kargeha xwarinê vekir û cureyê Raxistî li lîsteya xwarina xwe zêde kir. Xwarina Raxistî  ku xwedî taybetmendiyek çanda hezaran salan e bi taybeti hem bi tama xwe û hem jî pêşwazîkirina hezaran mêvanan navdar e. Xwarina Raşistî ku ji Goşt û Savar çê dibe, bi awayekî taybet tê pijandin û amadekirin. Di çanda Eşîra Reşkotan de wekî "Xwarina Mêvanên Giran" tê pênasekirin. Bi taybetî di dahwet, şîn, merasimên aştiyê de tê pijandin û pêşkêşî hezaran mêvanan tê kirin. Piştî li Êlihê çanda xwarina biyanî pêş ket, xwediyê Kargeha Raxistî ku ji Goşt û Savar çê dibe pêşkêşî muşteriyên xwe kir. Ewil savarê ku dahnê hêrayî hatiye amadekirin di nava rûnê nivîşk û dohnê goşt de, tê pijandin. Piştre savar wekî qeliyê tê kelandin û li ser savarê tê rokirin. Xwarina goşt û savar bi rêbazek taybet tê pijandin û pêşkêşî mêvanan tê kirin.    'JI BO NEYÊ JI BÎR KIRIN'    Endamê Eşîra Reşkota Ekrem Ergul, diyar kir ku ji bo ev çand û tam neyê ji bîr kirin wî kargehek bi vî rengî vekir û wiha got: "Yek ji xwarina herêmî ya kurdan û xwarina herî zêde tê xwarin û hezkirin e. Raxistî ku ji Goşt û Savar bi pijandinek taybet tê amadekirin bi hezaran salan hebûna xwe diparêze û tamek taybet di devê mirovan de dihêle. Çanda xwarinê li erdnîgariya kurdan pir dewlemend e. Yek ji van dewlemendiya xwarinê çanda xwarina Raxistî ye. Divê ev xwarin bê parastin û neyê ji bîr kirin. Divê li ser navê bazirganî û qezenca zêde çanda herêmê neyê ji bîr kirin û divê her dem xwarina çanda herêmê jî di nava lîsteya xwarinê de hebe."    Ergul,  da zanîn ku piştî bajarvanî pêş ket çanda xwarina herêmî û hezaran salan jî tê ji bîr kirin û ji bo ew vê çanda kurdan a xwarinê ya hezaran salan biparêze û pêş bixe ketiye nava hewldanek wisa."    MA / Metîn Yaksu