Li Amedê ji bo zarokan 'Kargeha Çîrokên Afirîner' 2023-10-11 19:35:40   AMED – Komeleya Wêjekarên Kurd (KWK) û MED-DER dê ji bo zarokan li Amedê “Kargeha Çîrokên Afirîner” li dar bixin.    Komeleya Wêjekarên Kurd (KWK) û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) dê bi hevkariya Weşanxaneya Moriyê ji bo zarokan li Amedê “Kargeha Çîrokên Afirîner” li dar bixin. Kargeh dê di 15'ê Cotmehê de dest pê bike û dê hefteyekê bidome. Kontejana kargehê bi 15 zarokên temenê wan di navbera 10-14 salan de sînordarkirî ye. Kargeh dê di navbera saet 16.00 û 17.00’an de li Zarok Ma’yê bi beşdariya nivîskar Mem Bawer bê lidarxistin.    Dê di kargehê de ewilî fikr û dîtinên zarokan bê guhdarkirin û dû re jî dê çîroka kurdewar û folklorîk a bi navê "Hebhinarê" bê xwendin. Piştî xwendinê dê kargeh bi pirs û bersiv û nirxandinan bidome.    Herî dawî dê zarok çîrokên xwe binivîsînin û li ser van çîrokên ku zarokan nivîsandiye gotûbej bê kirin.