Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin 2023-10-15 19:12:02   AMED - Kargeha Çîrokên Afirîner ku ji aliyê Komeleya Wêjekarên Kurd û MED-DER’ê ve hat amadekirin, li Zarok Ma’yê hat lidarxistin.   Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) bi hevkariya Weşanxaneya Moriyê ji bo zarokan li Zarok Ma'yê ya li Amedê “Kargeha Çîrokên Afirîner” li dar xist. Kargeha ku bi 15 zarokên temenê wan di navbera 10-14 salan de sînordarkirî bû, bi beşdariya nivîskar Mem Bawer hat lidarxistin.   Pêşiyê perwerdekar Mem Bawer bi zarokan re sohbet kir û dû re çîroka Hebhinarkê hat xwendin. Piştî xwendina çîrokê dîsa nîqaş hat kirin û dû re jî zarokan li gorî hin peyvên mamosteyê wan dabû wan çîrokên xwe nivîsandin.   Herî dawî jî seta pirtûkên zarokan weke diyarî dan şagirtên tev li kargehê bûn û kargeh bi dawî bû.