Hunermend Şerîf Omerî: Divê em bikin ku haya hemû cîhanê ji tecrîdê hebe 2023-10-22 09:48:01   STENBOL - Hunermendê rapê Şerîf Omerî diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê berpirsyartiyên mezin dikevin ser milê her kesî û wiha got: "Divê em bi hunera xwe hemû cîhanê ji vê tecrîdê haydar bikin."      Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ev 31 meh in jî tu agahî jê nayên girtin. Kampanyayên bi daxwaza rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan berdewam in. Înîsiyatîfa Rewşenbîr û Hunermendan a Demokratîk di 9’ê cotmehê salvegera komployê de û di çarçoveya kampanyaya “Azadî ji Abdullah Ocalan re ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” de deklarasyonek weşand.    Deklarasyon bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Di deklarasyonê de êrişên lii dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya di van êrişan de hatin şermezarkirin û helwestek hate raberkirin.    Yek ji hunermendê tev li daxuyaniyê bûy jî hunermendê rapê Şerîf Omerî bû. Omerî têkildarî polîtîkaya tecrîdê û êrişênd dewleta tirk de axivî.    HEDEFA CIVÎNEKE HÎN MEZINTIR   Şerîf Omerî anî ziman ku civîna ku hunermendên ji her çar parçeyên Kurdistanê û hunermendên biyanî tev li bûn gelek girîng bû û ev tişt anî ziman: “Hedefa me ew e ku di rojên pêş de civînên pir mezintir li dar bixin.”    Bi domdarî Omerî diyar kir ku ew tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl nakin û wiha got: “Bi polîtîkaya tecrîdê hewl didin têkoşîna gelê kurd û ruhê kurdayetiyê tune bikin. Lê ev bi sedan sala ye gelê kurd serî li ber polîtîkayên zextê netewandiye. Tevî polîtîkayên xwe yên qirêjî û sepanên tecrîdê jî dewletê nekarî armanca xwe pêk bîne. Dewlet, bi vê tecrîdê hewl dide Abdullah Ocalan bi gelê kurd bide jibîrkirin. Ji bo vê jî di nava hewldanên mezin û siyaseteke qirêjî de ye.”    ‘DIVÊ KESEK LI HEMBERÎ TECRÎDÊ BÊDENG NEMÎNE’   Di berdewamê de Omerî diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandorê li kurdên çar parçeyên Kurdistanê dike û wiha domand: “Êriş û zextên li ser kurdên li Tirkiyeyê girêdana xwe bi tecrîdê re heye. Dewlet, bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan re peyama ‘Ez dikarim we bêkes bihêlim, we bikujim, biavêjim hefsê, hûn di destê min de ne’ dide gelê kurd. Dixwaze kurdan bêvîn û bêhêvî bike. Ev demekî pir dirêje êriş tên kirin. Li Kurdistanê bi milyonan kurd hene lê nikarin bi zimanê xwe biaxivin û perwerde bibin. Kurd ne kurdên berê ne êdî hemû dinya kurdan nas dike. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em li dijî tecrîdê bêdeng nemînin û li dijî wê têbikoşin.”    ‘EM TU CARAN DEV JI RÊBERÊ XWE BERNADIN’   Bi domdarî Omerî bi lêv kir ku ew tu caran dev ji nirxên xwe, rêberê xwe û remzên xwe bernadin. Omerî, biryara binpêkirina “Mafê hêviyê” ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye bi vê biryarê nake û mafên mirovan binpê dike. Tirkiye, Abdullah Ocalan ji vî mafî bêpar dihêle, li dijî vê bêdeng dimîne û bi vê yekê li dijî mafên mirovan bêexlaqiyê dike. Her wiha astengkirina hevdîtina bi parêzer û malbatan re hem binpêkirina hiqûqa navxweyî hem jî ya navneteweyî ye. Kî dibe bila bibe divê parêzer û malbat bikarin hevdîtinê bikin û xwedî mafên telefon û hevdîtinê ye. Her kes xwedî vî mafî ye lê em tu agahiyan ji Abdullah Ocalan nagirin ku nûnertiya bi milyonan kesan dike.”    ‘TECRÎD BANDORÊ LI HUNERMENDAN JÎ DIKE’    Hunermend Omerî, got ku weke hunermendên kurd divê ew dengê xwe bilindtir bikin û wiha pê de çû: “Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd tiştên pir mezin kir. Lewma divê hemû derdorên civakê li dijî vê tecrîdê dengê xwe bikin û ev deng bilindtir bibe. Hunermend, di heman demê de eynika civakê ne. Em dibînin ku bandoreke mezin a tecrîdê li ser hunermend û hunerê heye. Hunermendên kurd ên niha li Tirkiyeyê dijîn, ji ber ku li kolanan stranan dibêjin tên binçavkirin, tên kuştin û konserên hunermendên kurd tên qedexekirin. Divê mirov tecrîdê sepaneke ku weke tenê li ser Abdullah Ocalan û girtîgehan be nefikire. Her wiha ziman, nasname, muzîk û hunera kurdan jî tê tecrîdkirin. Heke ez îro neçar mabim ku biçim Almanyayê û heke ez îro nekarim biçim welatê xwe, sedema vê tecrîd e. Tevahiya Kurdistanê îro di tecrîdê de ye. Lewma berpirsyartiyên mezin dikevin ser milê me hunermandan. Divê em tevahiya cîhanê bi rêya stran û hunera xwe ji vê tecrîd û êşê haydar bikin.”    ‘DIVÊ EM LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎNEKE TOPYEKÛN BIMEŞÎNIN’    Omerî, bi lêv kir ku dewleta tirk bi êrişên xwe hewl dide pêşî li statûya kurdan bigire û axaftina xwe wiha qedand: “Armanca wan ew e ku şoreşa Rojava tune bikin û gelê kurd bêstatû bihêlin. Divê em li dijî vê têbikoşin. Belavkirina dengê wan peywira me ye. Ji bo ku ev tecrîd ji holê rabe divê kurd bibin yek. Heke êrişeke topyekûn hebe, wê demê divê kurd jî li dijî tecrîd û êrişan bi awayekî topyekûn têbikoşin. Divê em bi tu awayî Rojava bi tenê nehêlin. Divê em bibin yek.”    MA / Esra Solîn Dal