Li Îzmîrê lîstika ‘Haylo Dîsa Tevlîhev Bû’ hat lîstin 2023-10-26 22:35:16   ÎZMÎR - Li Îzmîrê lîstika “Haylo Dîsa Tevlîhev Bû” ya ŞanoWanê li Îzmîrê hat lîstin.    Di çaçroveya tûrneya ŞanoWanê de li Îzmîrê li Navenda Çandê ya Mûstafa Necatî lîstika bi navê “Haylo Dîsa Tevlîhev Bû” hat lîstin. Di dawiya lîstikê de Perînaz Aydogdû malavayiya temaşevanan kir û got ku ji ber eleqeya zêd eya ji bo lîstikê kêfxweş in.    Di dawiya lîstikê de temaşevanan li ser pêyan ji şanogeran re li çepikan xistin. ŞanoWan dê di çaçroveya tûrneya xwe de di 28'ê Cotmehê de li Navenda Çandê ya Cemal Sureyya ya Novadayê û di 30'yçê Cotmehê de jî li Navenda Çandê ya Bariş Manço derkeve ser dikê.