Li Wanê xebatên projeya ‘Ji Çaran Çar, Jin Huner’ dest pê dikin 2023-11-24 10:30:49     WAN - Xebatên projeya “Ji Çaran Çar, Jin Huner” a komxebatên çand û hûnerî dê li Wanê di meha kanûnê de dest pê bikin.    Komeleya Hunerê ya Aryenê ya li Wanê xebatên xwe dide meşandin, bi hevkariya ŞanoWan, Komeleya Jinan a Starê, gelek hunermend û hunerhezan dê bi projeya “Ji Çaran Çar, Jin Huner” dest bi xebatên xwe bike. Di çarçoveya xebatên projeyê de dê komxebatên wêne, sînema, şano û mûzîkê werin lidarxistin. Dema ji bo projeyê hatiye diyarkirin jî dê salek be.    Mamosteya wêneyê Zozan Bor, derbarê projeyê de axivî û ev agahî dan: “Dê pêşiyê komxebatên wêneyê dest pê bikin û îro dê qeydên komxebatê dest pê bikin. Dê serlêdan li Kargeha Aryen Hunerê werin girtin. Em li bendê ne ku dê hemû jinên temenê wan di navbera 16 û 40 saliyê de serlêdanê bikin.”   Bor, destnîşan kir ku waneyên ku Neşe Toprak bide jî dê bêhtir di mijara kolajê de bin û dê komxebata wê jî di 2’yê kanûnê de dest pê bike û got: “Dê perwerdeya kolajê 3 rojan bidome, jinên dixwazin bi me re bixebitin, dê karibin piştî 3 rojan, heya 3 mehan perwerdeya wêneyê bibînin.”   ‘ARMANC HEVDÎTINA JINAN E’   Bor da zanîn ku berhemên ji her çar beşên hunerê derdikevin dê pêşiyê li Wanê, piştre jî dê li 4 bajarên cuda, bi pêşengehan werin nişandan û wiha axivî: “Ev proje tenê ji bo jinan hatin amadekirin. Armanca me ew e ku em hest, raman û fikrên jinên hunermend û hûnerhez derxin pêş. Her wiha em dixwazin ev hest, raman û fikrên hunerî yên jinan, derxin pêşberî gel jî. Dîsa em dixwazin jinên hunermend û hunerhez ên Wanê bînin cem hev, bidin nasîn û bi wan re xebateke komîn derxin holê.” Bor ji bo komxebatan banga tevlîbûnê kir û got: “Werin hevkariya me bikin!”