Ev deng û klam dengbêj Şakiroyê nemir tîne bîra mirovDengê zindî yê Dengbêj Şakiro dide jiyîn 2018-05-11 09:12:51 ÊLIH - Dema mirov lê guhdar dike, tu dibêjî qey ev dengê Dengbêj Şakiro ye, lê ne Şakiro ye. Ev Dengbêj Şîrînê Rebetê ye û mirov dikare bêje ev dengê zindî yê Şakiro ye. Dengbêj li aliyekî pez xwedî dike û şivaniyê dike û li aliyekî jî ji heval û dostên xwe re klaman dibêje.  Ev ne şahê dengbêjan Şakiroye û ne jî dengbêj Reso ye. Ev dengbêj Şêrînê Rebetê ye. Li gund dijî û bavê 11 zarokan e. Dîmenek dengbêj Şîrîn ku li Bazara Sewalan a Batmanê kilamek dengbêj Şakiro qîr dike û dibêje, fenomenê Twîtterê Serhad Eyalet Lordu (Lordê Eyaleta Serhedê) vî dîmenî parve kir û bi deh hezaran kes temaşe kir. Ev dîmenên dengbêj li ser medya civakî di demek kin de rastî eleqeya bikarhenerê medya civakî hat û her kesî vê dengbêjî meraq kir.    Me jî hewl da xwe bigîhînin vî dengbêjî, henek zehmet bû lê me bi her halî xwe gihandê. Me berê xwe da gundê Rebetê yê girêdayî navçeya Hezo ya Êlihê û em bûn mêvanên dengbêj. Dema me li ser telefonê xwe gihand dengbêj û me got em dixwazin nûçeya we çêbikin û dengê we yê dişibe dengê Şakiro parve bikin, yekser ji me re got: “Ez ne dengbêj im. Tenê dengê min xweş û ez çend klaman dizanim. Ez dan û standina sewalan dikim.”   ŞIVAN E, DENGBÊJ E ÛÇALAK E   Dengbêj li gundan hem sewalan dikire û difiroşe û hem jî li ber pezê xwe şivaniyê dike. Dem deman gundî û xizmên wî jî diçin civata wî û li dengê wî guhdar dikin. Yek ji taybetmendiyê herî girîng a dengbêj ew e ku beriya klaman bêje, ji bo gewriya wî vebibe qedehek şîr vedixwe. Lê dengbêj Şîrîn tîne ziman ku cixare bandorek neyînî li ser wî dike û di jiyana rojane de jî pir kesek çalak e. Çalakbûna wî jî balê dikişîne ser xwe.    Dem bi deman hezkiriyên dengê wî lê digerin û li ser telefonê ji wan re kilaman qîr dike.    Li Çiyayê Rebetê li ber pez em bûn mêvanê dengbêj û civata wî û got ku bêyî ew pir biaxive dê bêtir klaman bêje û ew pir ji axaftinê hez nake.   ‘TESÎRA ŞAKIRO LI SER MIN HEYE’      Denbêj Şîrîn diyar kir ku ev dengbêjiya wî ji zarokatiyê ve tê û got: “Dema ez zarok û xort bûm li ber pez min kilaman digot. Min li gelek dengbêjan guhdar kir. Ji ber ku min li wan guhdar dikir, ez jî fêr bûm. Dengê min jî pir tê ecibandin. Xweşbûna dengê min ji malbatê tê. Dengê kalik û apê min pir xweş bû.”    Dengbêj Şîrîn anî ziman ku ew ji hemû dengbêjan hez dike û wiha domand: “Lê herî zêde ez di bin tesîra dengê Şakiro, Huseynê Mûşê (Orgonoskî) û Hozan Aydin da mam. Dema kî li dengê min guhdar dike, dibêj e ev dengê Şakiro ye.”    ‘EZ JI XWE RE NABÊJIM DENGBÊJ, LÊ GEL MIN DENGBÊJ PÊNASE DIKIN’    Dengbêj Şîrîn da zanîn ku ew dengbêj e lê ji ber dengê wî xweş e û klaman dibêje her kes wî wek dengbêj pênase dike û wiha dewam kir: “Der barê dengbêjiyê de tu xebatek min a lêkolîn û siberojê nîne. Gelek heval û dost li min digerin dixwazin li ser telefonê ez ji wan re klaman bejim. Ez pir klaman nizanim, lê klamên ez dizanim ji wan re dibêjim. Carna dema ez ji bo kirîna sewalan diçim gundan, dema însan dixwazin ez ji wan re klaman dibêjim.”    SPASIYA LORDÊ SERHEDÊ KIR    Dengbêj Şîrîn destnîşan kir ku ji ber Lordê Eyaleta Serhedê dengî wî belav kir jê re gelek spas dike û wiha axivî: “Dil dixwest li ser dengbêjiyê ez hin bêtir xwe li pêş bixim. Lê emrê ku çû êdî nema tê. Min jî dixwest li ser dikan dengbêjiyê bikim, lê min wê derfetê nedît. Lê ez ji zarokatiya xwe û vir ve bi dengbêjiyê ve eleqedar nebûm, ji ber vê yekê jî ez wek dengbêjekî nikarim biçim li cihekî dengbêjiyê bikim. Ji vî temenî şûn ve gelek zehmete ku ez bibim dengbêj.”    ‘EZ NIHA JI KARÊ XWE MEMNÛN IM’    Dengbêj Şîrîn da zanîn ku karê wî sereke dan û stendina sewalan e û got: “Çawa ku min di zarokatî û ciwaniya xwe de karê sewalan dikir, niha jî sewalkariyê dikim û li ber pez şivaniyê dikim. Salên berê me titûn diçand, lê ji ber wê jî qedexe kirin, neçar mam karê dan û stendina sewalan bikim. Ez niha gelek ji karê xwe memnûn im.”    ‘MIN DAXWAZA TRT KURDÎ RED KIR’    Dengbêj Şîrîn herî dawî wiha got: “Ji TRT Kurdiyê li min geriyan û xwestin ez bibim mêvanê bernameya wan, lê min daxwaza wan red kir.”    MA / Bîlal Guldem – Metîn Yoksu