Qeydên ‘Dia, Beyt û Semahan’ dê piştî 21 salan bên weşandin 2024-05-09 12:35:41   STENBOL - Di çarçoveya projeya MKM’ê ya 21 sal berî niha de lawjeyên kurdî û tirkî hatin tomarkirin. KOM Muzîk dê qeydên hatine tomarkirin bi navê “Dia, Beyt û Samahan” biweşîne.    Vengê Sodirî ya di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de ava bûye ji sala 2003’an de di gelek mihrîcanên li Kurdistan û Ewropayê de lawje gotin. KOM Muzîkê lawjeyên koma muzîkê yên tomar kirine dê bi projeya navê “Dia, beyt û Semahan” biweşîne.    Di sala 2003’yan de yekem mîhrîcana çand û hunerê ya Amedê de koma Dansa Mezopotamyayê li ser dikê semah kir û hûnermêndên Vengê Sodirî jî lawjeyên zaravayên kurmancî û dimilkî yên kurdî û tirkî strandin û ev lawje hatin qeydkirin.     PIŞTÎ 21 SALAN DÊ BÊN WEŞANDIN    Vengê Sodirî di çarçoveya “Dia, Beyt û Semahan” de li Amedê dest bi tomarkirina qeydan kir û di sala 2005’an de Metîn Kahraman û Serap Sonmezê jî tev li projeyê kir. Kom li Ewropayê di gelek mihrîcanan de derket ser dikê. Qeydên tevî provayên Dansa Mezopotamyayê û dengên hunermend Nûrcan Degîrmencî û Serap Sonmezê hatine girtin, ji hêla Xidir Çelîk ve hate aranjekirin. Qeydên hatine girtin heya niha li tu deran nehatin weşandin.    ZINDÎKIRINA BÎRA HUNERÎ   Proje di nava amadekaran de veşartî hate girtin û dê niha ev qeyd ji hêla Kom Muzîkê ve di nava demêkî nêz de werin weşandin. KOM Muzîkê xebatê diyarî nunermendê NÇM’ê Xidir Çelîk ê li Ewropayê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest daye kir. NÇM di peyama xwe ya parve kiriye de wiha got: Em wek KOM Muzîk, ji bo bîra xwe ya hunerî zindî bikin, û her xebatekî muzîkê ya ku di bihayê xizîneyan de ne derxin holê, dest bi rêwitiya projeya xwe ya bi navê ‘Dia, Beyt û Semahan’ kir û em vê xebatê pêşkeşî we dikin. Di van rojên em coşa biharê dijîn de piştî 21 salan, bi piştevaniya Nûrcan Degîrmencî û Serap Sonmezê em vê xebatê tev li arşîva xwe dikin û ev vê projeyê diyarî bîranîna muzîkjen Xidir Çelîk dikin.”