Li Farqînê Serê Gulanê hat pîroz kirin 2024-05-14 19:19:29   AMED – Farqîniyan bi seyran û serdana ziyaretan Serê Gulanê pîroz kirin.    Welatiyên Farqînê kevneşopiya Serê Gulanê pîroz kirin û di çarçoveya vê rojê de serdana ziyaretan kirin. Nûnertiya Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) a Farqînê, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PARTÎ) a Farqînê û Şaredariya Farqînê di çarçoveya pîrozbahiya serê gulanê de serdana seyrangehên  Parka Aram Tîgran, Kaniya Navîn, Zevîterk, Bêzwan û Malabadê kirin. Hevşaredar, rêveberên DEM Partiyê û mamosteyên MED-DER'ê silav dan malbatan û serê gulana welatiyan pîroz kirin. Hevşaredarên Farqînê Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen, hevserokên DEM Partiyê yên navçeyê Nazmî Ezer û Feyziye... û nûnerên MED-DER'ê tev li serdanan bûn.   Şandeya serdanan bi koma erbanê ya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê di nava seyrangehan de geriyan û bi welatiyan re govend gerandin. Mamosteyên MED-DER’ê jî li seyrangehan pirtûk belavî zarokan kirin û li ser depa ku li gel xwe anîbûn, alfabeya kurdî nîşanî zarokan dan. Zarokan bi tîpên ku dihatin nivîsandin peyvek kurdî digotin û kesên peyvên kurdî dizanin xelat digirtin. Zarokan eleqeke mezin nîşanî çalakiya mamosteyan dan û kelecana wan hêjayî dîtinê bûn.    Di serdanan de hevaşeradên Farqînê Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen ji malbatan re axaftinek kurt kirin û Serê Gulana wan pîroz kirin. Hevşaredaran bal kişand ser xwedî derketina kevneşopiyên bi vî rengî û spasiya welatiyan kirin.   SERÊ GULANÊ   Serê Gulanê ankû Barodan mîhrîcana çûyîna zozanan e. Ev kevneşopî qasî ku tê zanîn heta Konfederasyona Mîtaniyan diçe. Ji ber ku debara kurdan li ser sewalkariyê bû, kurd gava diçin zozanan keriyê pezê xwe bi pêşengiya serşivan li dora ziyaretên ku derdorên gundên wan in, 3 tûran diavêjin. Piştre jî mala dewlemend beranekî ser jê dikin û belavî gundiyan dikin. Piştî xwarin û vexwarinê şahî dest pê dike û hemû gundî bi hev re govendê digerînin. Lîstikên weke kevirê milê û nîşan avêtina bi çek tê lîstin. Ji wê demê heta niha ev kevneşopî li Farqînê hatiye parastin û hêj jî tê pîrozkirin.