Hejmara nû ya Demokratîk Modernîteyê derket 2024-05-23 11:22:00   STENBOL - Hejmara 47’emîn a kovara Demokratîk Modernîteyê bi sernavê “Têkbirina nokerî û xiyaneta dîrokê” derket.    Hejmara 47’emîn a kovara fikr û teoriyê Demokratîk Modernîteyê ku mehên nîsan, gulan û hezîranê digire navxwe derket. Kovar her sê mehan carekê derdikeve û hejmara nû bi manşeta “Têkbirina nokerî û xiyaneta dîrokî” gihişt ber destê xwînerên xwe.    Di rêza ewil a kovarê de nivîsa Alî Firat a “Li dijî arîstokrasiya noker parastina cewhera civakî” cih girt. Nivîskar û nivîsên di vê hejmarê de wiha ne:    * Alî Firat: Li dijî arîstokrasiya noker parastina cewhera civakî    * Hayatî Denîz Kaytan: Xiyaneta ewil a li dijî civakîbûna dayik-jinê    * Kenan Avci: Sedemên derketina xiyanetê û awayê wê yê di nava kurdan de    * Hediye Karaarslan: Çavkaniya pirxweyîbûna îktîdarê: Kolebûna jinê    * Guven Suvarîogullari: Ji derketina rêya heqîqetê: Lixwebiyanîbûn    * Fîkret Çalagan: Watedarkirina şerê şaristaniyan a li Rojhilata Navîn    * Yilmaz Baran: Rola nokerî û xiyanetan a di şoreşên cîhanê de û şêweyê wan a roja me    * Naîf Bal: Xwendineke diyardek û analîtîk a têkldarî xiyaneta dîroka kurdan a serdema klasîk de    * Merge Polat: Ji mîtolojiyan heta roja me mîta îcatgeriya netewe-dewletê    * Mesût Yurtsever: Ontolojiya bajar a kurdan   * Nûrûllah Semo: Îdeolojiya xiyanet û nokeriyê    * Zeynel Gunaydin: Xiyanet tê darizandin! Di kevir de gul vedike    * Cîhan Oner: Pêşemerca azadbûnê; Xwebûn    * Emran Emekçî: Sosyo-polîtîka xiyanet û nokeriya di nava kurdan de    * Helîn Toprak: Dê têkçûn bibe para xiyanetê!    * Cengîz Çîçek: Xurtkirina Meşa Azadiyê û xeta azadiyê    * Cuneyt Mercan: Em dikarin hem ji pirsgirêkê re hem jî ji çareseriyê re bibin bingeh