Ji dar û berên Çiyayê Cûdî berhemên hunerî çêdike 2024-06-01 09:11:11   ŞIRNEX - Welatiyê bi navê Abit Sîdar bi malzemeyên xwezayî ên ku li Çiyayê Cûdî berhev dike vediguherîne karekî hunerî. Sîdar xwest ku her kes xwedî li Cûdî derbikeve û got: "Ez dixwazim bi veguherandina bedewiyên Cudî bigihînim siberojê. Cûdî cihê destpêkê yê mirovahiyê ye, lewma divê bê parastin û hembêzkirin."   Abît Sîdar ê ku li Taxa Yenîşehîrê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê dijî, bi malzemeyên xwezayî ku li Çiyayê Cûdî kom dike vediguherîne karekî hunerî. Çiyayê Cûdî yê ku bûye cihê talan û rûxandina ekolojîk vê carê jî Sîdar bi vê xebata xwe Cûdî dide nasîn û digihîne siberojê. Sîdar ê ku Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Yuzuncuyila Wanê xwendiye û 7 salan jî li Silopiyayê mamostetî kiriye ji bo nasandina Cûdî berê xwe didê û dar û berên hişkbûyî berhev dike û vediguherîne karekî hunerî. Sîdar di berhemên xwe de bi materyalên xwezayî berhemên hunerî diafirîne. Sidar berhemên xwe ne ji materyalên teknolojîk û kîmyewî, her tiştê ku dike ji Cûdî berhev dike û bedewiya xwezaya Cûdî vediguherîne hunerê. Sîdar ê ku nêzî 20 sal in ku hunera xwezayî dike heta niha bi hezaran tablo çêkirine.    JI DAR Û BERÊN CÛDÎ BERHEMÊN XWEZAYΠ   Sîdar anî ziman ku ew dar û berên ku ji xwezayê berhev kirine zêdetirî 20 sal in vediguherîne karê hunerî û wiha got: "Ev demeke dirêj e ku malzemeyên xwezayî yên ku ji xwezayê berhev kirine vediguherînim berhemên hunerî. Armanca min ew e ku hem xweşikiyên Cûdî bidim nasîn û hem jî bigihînim pêşerojê materyalên ku nayên bikar anîn ez ji xwezayê berhev dikim û ji nû ve vedigerînim.”   ‘BI QASÎ KU JI DESTÊ MIN TÊ EZ Ê BIAFIRÎNIM’    Sîdar bi lêv kir ku di her berhemek xwe de malzemeyên xwe ji Cûdî komkirine û got: "Ez ji sedî 99’ê berhemên xwe ji madeyên xwezayî çêdikim. Materyalên ku min di keştiya Nûh de bi kar anîbû me ji Çiyayê Cûdî anî. Ev kevirên ku min bikar anîne jî li Cudî anîne. Beriya wê ez van keviran dişkînim. Li Cûdî gelek cureyên keviran hene. Ez vê berhemê jî bi zanistiya xwe ya dîrokî çêdikim. Salên berê dema ku ez li herêma Deryaya Spî dijiyam, min ji keviran çêdikirin. Niha jî ji malzemeyên Cûdî çêdikim. Bi qasî ku ji destê min tê ez ê berhemên nû çêbikim.”   ARMANC NASKIRINA CÛDÎ YE   Sîdar diyar ku divê Cûdî bê parastin û got: "Armanca min ew e ku ez di nava civakê de lêhaybûnê çêbikim. Karê hunerî li gorî nêrîna her kesî diguhere. Hilberîner li gorî xeyala xwe berhemekê diafirîne. Heger ku her kes di vê berhemê de perçeyekî ji xwe bibînin wê demê karê hunerî gihîştiye armanca xwe. Bi giştî em hewl didin ku ji cureyên daran û kevirên Cûdî tiştekî biafirînin.”   MA / Zeynep Durgut