Li Almanyayê çêbû û mezin bû, ji bo xurtkirina kurdiya xwe hat Amedê 2024-06-04 09:09:12   AMED - Civaknas Toprak Elesmer ku li Almanyayê çêbûye û mezin bûye, ji bo xurtkirina kurdiya xwe hatiye Amedê û beşdarî qursan dibe. Elesmer anî ziman ku li cem asîmlasyonê otoasîmîlasyon jî heye û got ku kurd dikarin bi axaftina kurdî ya li her derî hemû zextan bişikînin."    Toprak Elesmer ku ji Meletiyê ye û li bajarê Frankfûrt ê Almanyayê hatiye dinê û li wir mezin bûye, piştî pewrwerdehiya sal û nîvekê ya kurdî, ji bo xurtkirina kurdiya xwe hat Amedê û niha li Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) kurdiya xwe pêş ve dibe. Civaknas Elesmer anî ziman ku bi malbatî di 1992'yan de koç kirine û got ku ji ber bi kurdî nizanibûye xwe kêm hîs kiriye. Elesmer bilêv kir ku ji bo vê kêmasiya xwe temam bike kasetên kurdî yên berê yên ku malbatê ew veşartine guhdar kiriye û got ku gava guh li van kasetan kiriye fêm nekiriye lê hîseke mezin lê peyda kirine.    Elesmer wiha got: "Gava ez 14 salî bûm, min kêmasiya xwe ya di warê kurdî de hîs kir. Ji ber vê min xwest ez li Almanyayê biçim kurseke kurdî. Lê qurs tune bû. Li Zanîngeha Frankfûrtê dest bi dersên kurdî hatin kirin. Gava ez pê hesiyam ez pir kêfxweş bûm û min li wir sal û nîvekê perwerdehiya bi kurdî dît. Bingehek ji min re çêbû. Lê ji bo kurdiya xwe baş pêş ve bibim ez hatim Amedê."    'DIVÊ EM LI HER DERÎ BI KURDÎ BIAXIVIN'   Elesmer îşaret bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî kir û got ku astengiya li ber kurdî ya di vî warî de parçeyeke asîmlasyonê ye û got: "Ev bi xw ejî netehemulkirin kurdî nîşan didin. Li erdnîgariyeke ev qasî dewlemend nebûna perwerdheiay bi zimanê zikmakî kêmasiyeke gelekî mezin e. Ji ber vê kurdî bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye. Gava em li mamosteyên ku vê dawiyê hatin tayinkirin mêz ebikin, em dibînin ku ev helwest me piştrast dike. Anku 20 hezar mamoste tên tayinkirin lê di nava wan de tenê 10 heb ên kurdî ne. Ev dane, rastiyeke polîtîkayên asîmlasyonê ye."    Elesmer bilêv kir ku divê kurd li her derê li dijî polîtîkayên asîmlasynê bi kurdî biaxivin û got ku ew dikarin bi axaftina bi zimanê zikmakî zextan bişikînin.