Restorasyon heye lê tedbîr tune ye: Birca Belek hildiweşe 2024-06-05 09:01:28   ŞIRNEX - Li Cizîrê 3 sal in di bin navê xebatên restorasyonê de deriyên Birca Belek a dîrokî ji mêvan û xelkê herêmê re hatiye girtin û her çendî xebat hebin jî tedbîr nayên girtin û diwarên bircan hildweşin.    Birca Belek a li Taxa Kalê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye ku dîroka wê digîhîje 6 hezar salî û her sal yek ji cihên ku her sal bi hezaran kes tên û serdanê dikin. Ji ber tedbîr nayên girtin diwarên bircan hildiweşin û ev sê sal in jî di bin navê xebata restorasyonê de deriyên wê ji gel re hatiye girtin. Birca Belek a ku li qiraxa Çemê Dîcleyê dimîne  ji bo xebata restorasyonê îhaleya wê ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Mîrateya Çandî û Muzeyan a Wezareta Çand û Turîzmê ve di 17'ê tebaxa 2021'an de ji Zeydanli Tûrîzm Înşaatê re hatibû dayîn. Her çiqas îhaleya restorasyona wê hatibe çêkirin jî lê birca dîrokî veguheriye xirbeyan û ji bo parastina wê jî ti tedbîr nayên girtin.    Balkêş e ku dema qedandina xebatê restorasyonê divê sibata 2023'yan hatibû diyarkirin jî ev xebat 3 sal in ku dawî nebûye û xebatên restorasyonê heta 13'ê cotmeha 2024'an hat dirêjkirin. Hate dîtin ku xebatên berê yên ku dîwarên hundirê kelehê bi kevirên bazalt hatine pêçandin, demeke dirêj e nehatine kirin. Diwarên derdora kelehê hildiweşin û tê dîtin ku li qada ku ji serdanan re girtî ye bi kepçeyan lê xebat tê kirin.    DER BARÊ ŞIRKETÊ DE    Şîrketa Zeydanli Turizm a ku li ser kelehê dixebite ji aliyê Cahît Zeydanli ve di sala 1983'yan de hatiye avakirin. Şîrketa Zeydanli li bajarên weke Bedlîs, Wan, Mûş, Amed, Riha, Dêrsim, Amasya, Agirî, Nigde û Şirnexê xebatên curbecur kirine.Vê şîrketê heta niha  25 îhaleyên giştî yên mezin ên wekî bendav, "rêyên ewlehî" û restorasyonê girtine.