Helbestên 'talûke' yên girtî Bataray wekî pirtûk hatin çapkirin 2024-06-13 10:28:25 ENQERE - Helbestên girtî Mazlûm Bataray ên ji aliyê îdareya girtîgehê ve wekî "talûke" hatibûn hesibandin, bi navê "Zaman Sigdirilanlar" wekî pirtûk hatin çapkirin.    Mazlûm Bataray ê di Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa F a Sîncanê de ye, pirtûka wî ya helbestan a bi navê "Zaman Sigdirilanlar" derket. Pirtûk ji 127 rûpelan û 49 helbestan pêk tê.    Bataray ev tişt bilêv kirin: "Di 19 salên dawî de wextê me çêbû ku em bifikirin û binivîsin. Lê tiştên me nivîsandin bi hinceta naveroka wan 'talûke' ne hatin tunekirin. Bi vî awayî gelek heşbest, çîrok, gotar û nivîsên me yên ku me bi kedeke mezin ew nivîsandin hatin desteserkirin û tunekirin. Ji ber vê me yên mayî kirin pirtûk."    Ji helbestên Bataray ên ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve wekî "talûke" hatibûn hesibandin yek jê jî "Duşman Vardir Kî" ye. Bataray vê helbestê di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de nivîsandiye û xwestiye ji Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan re bişîne. Lê îdarey girtîgehê bi hinceta "Komara Tirkiyeyê biçûk dixe û tundiyê teşwîq dike" dest danî ser hlebestê.    Bataray di 30'yê Adara 2021'ê de îtiraz kiriye û îtiraza wî ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya 2'yan a Edîrneyê ve hatiye qebûlkirin. Piştî vê biryar hat dayin ku helbest ji muxatabê wê re bê şandin.    DER BARÊ BATARAY DE   Mazlûm Batarat di 5'ê Adara 1982'yan de li gundê Qumik ê navçeya Deb a Xarpêtê hatiye dinê. Di sala 1987'an de koêçî Fransayê kiriye û li vir dibistana seretayî û navîn xwendiye. Di sala 1999'an de tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bûye û di sala 2005'an de jî hatiye girtin û cezayê muebeda giran lê hatiye birîn. Bataray niha di Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa F a Sîncanê de ye. Bataray heya niha gelek helbest, çîrok û gotarên wêjeyî nivîsandine.    MA / Firat Can Arslan