Ji bo serlêdanên Pêşbirka Şehîd Denîz Firat banga dawî 2024-06-30 11:02:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo tevlibûna pêşbirka çîrok, helbest û wêneyan a Şehîd Denîz Firatê banga dawî hate kirin.    Ji bo serlêdanên 6'emîn Pêşbirka Çîrok, Helbest û Wêneyan a Şehîd Denîz Firat banga dawî hate kirin. Komîteya Amadekar a pêşbirkê ragihand ku serlêdan wê heta 7'ê tîrmehê dewam bikin.   Pêşbirk, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî tê lidarxistin û pêşbirka îsal diyarî Sara Hogir Riha, Rûken Birûsk û rojnameger Seyîd Evran hate kirin ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane.    Pêşbirk bi zimanê Kurdî (bi zaravayên kurmancî, soranî, zazakî) û zimanên erebî û tirkî ye.    Komîteya Amedkar şertên tevlibûnê wiha rêz kir:    * Beşdar dikare di beşê çîrokan de bi yek berhemê, di beşê helbest û wêneyan de bi du berheman beşdar bibin.    * Pêwîste berhem heya niha li tu cihan ne hatibe weşandin.    Kesên serlêdanê dikin, divê berhem û kurtejiyana xwe ji van navnîşanan re bişînin:    E-Mail: Yekitiyaxwendevanenazad@gmail.com   Instagram: Pêşbirka Ş.Deniz Firat   Jimara tlf: +964 751 842 55 76   Facebook: Peşbirka Ş Deniz Firat   X: Pêşbirka Ş.Deniz Firat”