Ji Mala Dengbêjan re eleqeyeke mezin 2024-07-06 10:13:56   AMED - 70 hezar kesan, 72 dîwanên di nava 3 mehan de li Mala Dengbêjan hatin danîn, guhdarkirin.     Hate dîtin ku li Mala Dengbêjan a li navçeya Sûr a Amedê di bin banê Serokatiya Daîreya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatan dimeşîne û ji sala 2007’an ve ji bilî roja duşemê her roj vekiriye û di navbera saet 10.00 û 17.00’an de dîwan tên avakirin serdan zêde bûne. Li navenda ku 20 dengbêj lê hene di nava mehên nîsan, gulan û hezîranê de bi komî 72 dîwan hatin danîn û di van dîwanan de 20 jê dengbêjên mêvan, 80 dengbêjan kilam gotin. Nêzî 70 hezar kesan dîwanên hatin danîn guhdarkirin û temaşekirin.