Li Tetwanê MEDYA-DER hat damezrandin 2024-07-07 19:34:27 BEDLÎS - Li navçeya Tetwanê Komeleya Ziman û Wêjeyê ya ku dê xebatên li ser ziman bi rê ve bibe, hat damezrandin.  Li navçeya Tetewanê ya Bedlîsê Komeleya Ziman û Wêjeyê (MEDYA-DER) a ku dê li ser pêşvebirin, hînkirina ziman xebatê bike hat damezrandin. Rêvbeberên DEM Partiyê, Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê (ARSÎSA), Hevşaredarên Tetwanê Mumîn Erol û Belkiza Beştaş Epozdemîr, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî merasîma vekirina MEDYA-DER'ê bûn.    'ÊM XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN'   Endama Meclisa Giştî ya Bajêr a DEM Partiyê Bêrivan Canbey di merasîma vekirinê de axivî û bal kişand zextên li ser zimanê kurdî ku tên kirin.    Hevseroka MEDYA-DER'ê Emîne Dîkmen Irgat jî destnîşan kir ku divê xwedî li zimanê kurdî bê derketin û got: "Ji bo ku zarokên me hînî zimanê xwe yê zikmakî bibin, werin em li komeleya me qeydên xwe çêkin."     'ZIMANÊ ME RÛMETA ME YE'    Ji rêveberên ARSÎSA'yê Cemîl Arman jî wiha got: "Zimanê kurdî zimanek qedîm û dewlemend e. Ji ber vî awayî tevî hemû zordestiyan jî zimanê me heta îro hatiye. Heke ziman tune bibe, civaka wî zimanî jî tune dibe. Ziman rûmeta mirovan e. Werin em xwedî li rûmeta xwe derkevin."    DERSA EWIL HAT DAYÎN   Dayikên Aştiyê qurdeleya komeleyê birîn. Koma Hemdem di vekirina komeleyê de stranan gotin. Vekirina komeleyê bi dayîna dersa kurdî bi dawî bû.