Ji bo 14'ê Tîrmehê stranek çêkir: Berxwedana li wir bû berxwedaneke civakî 2024-07-13 09:57:06 STENBOL- Endamê NÇM'ê Engîn Cengîz ku bi berhema xwe berxwedêrên rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê ya li dijî îşkenceya li Girtîgeha Hejmara 5'an a Amedê hatibû destpêkirin bi bîr anî, diyar kir ku berxwedana li vir dest pê kir bi civakbûyînê re mezin bû.   Ji Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Engîn Cengîz, ji bo bîranîna kesên di Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de li Girtîgeha Hejmara 5'an a Amedê li dijî îşkenceya dijmirovahî hat destpêkirin, berhemek amade kir. Berhema ku ji bo Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ku kadroyên pêşeng ên PKK'ê ne hat amadekirin, navê "Zindana Amedê" lê hat kirin. Strana ku gotin û muzîka wê ya Cengîz e, wê di 14'ê Tîrmehê de ji aliyê KOM Muzîkê ve li ser platformên bê belavkirin.    Cengîz da zanîn ku xwendina pirtûkên wê demê gelekî bandor lê kiriye û ji ber vê berhemeke wiha çêkiriye.    BERWXEDANEKE CIVAKÎ   Cengîz da zanîn ku Berxwedana 14'ê Tîrmehê xwedî wateyeke mezin e û bi demê re ber bi berxwedaneke civakî ve çûye bû û got: "Çawa ku em behsa Hallacî Mensûr, Şêx Bedrettîn û Kela Dimdimê dikin, divê em behsa lêgerînerên rastiya ku berxwedana 14’ê Tîrmehê nîşan da jî bikin. Ji ber ku wan jî ji bo lêgerîna rastiyê daye rê. Ji bo parastina rûmeta gelê kurd û piştre jî hemû mirovahiyê ketin rê. Dema ku min jî vê berhema xw enivîsand ez li ser van tiştan hûr bûm.   Cengîz da zanîn ku li Girtîgeha Amedê ziman, çand û berxwedana gelê kurd hedef hatiye girtin û destnîşan kir ku feraseta "Tirkî biaxive, pir biaxive" hatiye ferzkirin û 14'ê Tîrmehê jî bersiveke li hemberî vê yekê ye.   MAZLÛM DOGAN Û ÇAR   Cengîz da zanîn ku wî hem ji bo berxwedana 14'ê Tîrmehê hem jî ji bo Mazlûm Dogan û "Çaran" (Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner) nivîsandiye.    Cengîz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Yek ji tiştên ku herî zêde pergalê nerihet kir ew e ku Kemal Pîr tirk e û ev çalakî kiriye. Em ji awayê berxwedanê kesayeta wî ya şoreşger, têgihiştina wî ya kûr a sosyalîzmê fêm dikin ku bê çiqasî erdnîgariya Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê fêm kiriye û li ser kîjan bingehê hişmendiya xwe ya dîrokî pêş xistiye. Girîngiya herî mezin a 14'ê Tîrmehê ew e ku mezin bû û hat ragihandin ku berxwedan ne bi ferdî, di aliyê civakî de wê pêş bikeve. Yanî peyama 'hûn çi bikin jî em dest ji rûmeta xwe bernadin' tê dayîn.   Cengîz di dawiya axaftina xwe de kesên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.   MA / Esra Solîn Dal