Li Mîhrîcana Mûnzûrê meşa hawîrdorê 2024-07-28 21:56:34   DÊRSIM - Li Mîhrîcana Mûnzûrê piştî aktîvîte û panelên di nava rojê de hatin lidarxistin meşa hawîrdorê hate lidarxistin.    Di 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku ji aliyê Şaredariya Dêrsimê û Federasyona Komeleyên Elewî yên Dêrsimê (DEDEF) ve bi dirûşma “Em ê destûrê nedin ku xwezaya me bê talankirin û îradeya me bê desteserkirin” tê lidarxistin de meşa hawîrdorê hate lidarxistin. Hevserokên Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî di nav de bi sedan kes beşdar bûn. Girse bi pankarta “Em ê destûrê nedin ku xwezaya me bê talankirin û îradeya me bê desteserkirin” ji Kolana Hunerê heta Parka Mamekiyê bi çepik û tilîliyan meşiya.    Di meşa ku cilên herêmî li xwe hatin kirin û lîstikên gel hatin lîstin de dîmenên rengîn derketin holê. Girseya ku pêşmalkên bi kurdî û tirkî li ser “Dest nede îradeya min û xwezaya min” dinivîsî li xwe kirin, bi dahol û zirneyê meş li dar xistin. Di meşê de dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” , “Dêrsim dê nebe Licik” û “Em  li Dêrsimê madenan naxwazin” hatin berzkirin.    Mîhrîcan piştî nîşandana konser û belgefîlman dê bi dawî bibe.