Mîhrîcana Mûnzûrê bi govendên hatin gerandin re bi dawî bû 2024-07-28 23:27:27   DÊRSIM - Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi konserê bi dawî bû. Di konserê de bi govendên hatin gerandin re girtin û binçavkirinên di rojên dawî de bi hinceta govendê çêbûn hatin şermezarkirin.    Di 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku ji aliyê Şaredariya Dêrsimê û Federasyona Komeleyên Elewî yên Dêrsimê (DEDEF) ve bi dirûşma “Em ê destûrê nedin ku xwezaya me bê talankirin û îradeya me bê desteserkirin” hate lidarxistin, di roja 4’emîn de bi konserê bi dawî bû. Hevşaredarên Dêrsimê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî û gelek welatî beşdarî konserê bûn. Hunermend Pinar Aydinlar, Ahû Dem, Grûp Vardiya, Hasan Alî Sezer, Grûp Mûnzûr û Sûavî di konserê de derketin ser dikê.    Konserê bi lîstina lîstikên gel ên tîma Varvare dest pê kir. Karkerên Şaredariya Qisleyê yên ji kar hatin derxistin bi pankarta “Em kar û nanê xwe bi paş ve dixwazin, Heke nan û kar nebe, aştî jî nîne” tev li konserê bûn. Pinar Aydinlar a di konserê de ewilî derket ser dikê bi gotina “Werin em govendê bigerînin ku bibînin em çawa digerînin” bertek nîşanî girtin û binçavkirinên di van rojên dawî de hatin kirin dan.    BERTEK NÎŞANÎ QANÛNA QETILKIRINA HEYWANAN DA   Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan ê di navbera konserê de axivî, qala qanûna qetilkirina sewalan a li Meclîsê hate nîqaşkirin da û wiha got: “Ev desthilata qirker, elimî ye komkujiyan. Li Pirsûsê, Enqereyê, Amedê li çar aliyê Kurdistanê komkujî kirin. Gelê me dê zû an dereng hesabê ji van qirkeran bipirse. Niha jî li ser qetilkirina sewalan qanûnan derdixînin. Em bang li desthilatê dikin, hûn nikarin dest bidin dostên me yên li kolanan, hûn nikarin dest bidin zindiyan. Hûn nikarin wan kom bikin, bikujin, qetil bikin. Em dibêjin vê qanûnê teqez bi paş ve bikişînin.”   ‘EM Ê BI RIK GOVENDÊ BIGERÎNIN’     Aslan, ciwanên ji ber gerandina govendê hatin girtin bi bîr xist, destnîşan kir ku dê bi rik govendê bigerînin û bi kurdî, tirkî û lazî stranan bibêjin. Aslan, wiha domand: “Nikarin govendên me rawestînin û stranên me bêdeng bikin. Nikarin hatine me ya bahev qet û qet asteng bikin. Em bi biryar in ku têkoşîn û berxwedana xwe di her şert û mercî de bidomînin.”    Aslan, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Kurdistanê û ev tişt got: “Serokkomar dibêje ‘em destûrê nadin ku dewletên terorîst li derveyî sînorên me bên avakirin’. Li Meclisê tezkereyan derdixînin. Partiyên bûrjûvayê li pişt van tezkereyan dibin rêz. Em helwesta wan a li dijî azadiya gelê kurd ên li Sûriyeyê, li Iraqê dijîn şermezar dikin. Em ê bi hev re destûrê nedin polîtîkayên şer.”   Mîhrîcan piştî axaftina dawî ya Cîgirê Hevşaredarên Dêrsimê Mûstafa Taşkale, bi konsera Grûp Vardiya, Grûp Mûnzûr û hunermend Hasan Alî Sezer û Sûavî bi dawî bû.