‘Mîhrîcana Munzurê piştevanî pêş xist’ 2024-07-31 09:06:45   DÊRSIM - Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê Alî Riza Bîlîr anî ziman ku gelê di ferqa qirkirina xweza û asîmîlasyonê de xwedî li mîhrîcanê derket û diyar kir ku mîhrîcanê ruhê piştevaniyê pêş xist.    22'yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku bi dirûşma “Em ê destûr nadin xespkirina xweza û îradeyê” di navbera 25 û 28’ê tîrmehê de hate lidarxistin, bi dawî bû. Di çarçoveya mîhrîcanê de mijarên wek talana xwezayê, qetlîmên jinan, asîmîlasyon, polîtîkayên şerê taybet û krîza aborî hatin nîqaşkirin.    Ji endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê û Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Elewiyan a Dêrsimê (DEDEF) Alî Riza Bîlîr, mîhrîcan nirxand.     Bîlîr diyar kir ku armanca wan bi mîhrîcanê re asîmîlasyona ser çand, ziman û baweriyê; li dijî texrîbata xwezayê, avakirina yekitî û piştevaniya gel bû. Bîlîr bi bîr xist ku piştî mîhrîcana 25 sal berê hatiye lidarxistin û piştevaniya gel ya hatiye nîşandan, projeya bendavê hatibû sekinandin. Bîlîr da zanîn ku ji ber pirsgirêkên sereke yên gel hatin axaftin, ji ber xurtkirina yekitî û piştevaniyê, mîhrîcan gelek girîng e. Bîlîr bilêv kir ku kesên tev li mîhrîcanê bûne li dijî sepanên derveyî demokrasiyê helwest nîşan dane.    ‘MÎHRÎCANÊ PIŞTEVANÎ XURT KIR'   Bîlîr destnîşan kir ku li Dêrsimê pirsgirêka texrîbatê ya li ser ziman, çand, erdnîgariyê û xwezayê heye anî ziman ku ji ber şert û mercên şer, çiya tên bombebarankirin, zindî tên tunekirin. Bîlîr got ku gelê Dêrsimê di zanebûna vê yekê de yê û lewma lidarxistina mîhrîcanê di vê hêlê de gelek girîng e.    Bîlîr axaftina xwe wiha domand: “Mîhrîcan piştevaniyê pêş dike û mezin dike. Li gel Dêrsimê agir berdidin Amed, Riha û Mêrdînê jî. Ji ber ev sepanên derveyî demokrasiyê li tevahiya herêmekî tê jiyîn, mirovên derveyî erdnîgariya Dêrsimê dijîn jî, xwe perçeyekî çalakiyekî vê meseleyê dibînin. Lewma bi qasî me, ew jî xwe tev li vê mijarê kirin û dixwazin piştgiriyê bidin. Ev jî piştevaniya gel a bi hev re ye. Tirk jî, kurd jî elewî jî, sunnî jî tên. Di vê hêlê de Dêrsim erdnîgariyekî girîng e. Ji ber di tevahiya vê erdnîgariyê de heman pirsgirêk tên jiyîn, piştevanî xurt e. Ev rastiye berbiçav e.”   BANGA PARASTINA ÇAND, HUNER Û XWEZAYÊ    Bîlîr anî ziman ku mîhrîcan di encama xebatekî kolektîf de hatiye lidarxistin û ji bo parastina ziman, çand, huner û xwezayê wiha bang kir: “Projeyekî ku her çar aliyê Dêrsimê dorpêç dike heye. Divê gelê me bi tu awayî rê nede vê projeyê, li hemberî vê projeyê bisekine, bêhtir yekitiyê ava bike û piştevaniyê nîşan bide. Zimanê me ber bi windabûnê ye. Divê di serî de her kesek di malên xwe de, bi zarok, hevjîn, xizm û cîranên xwe re bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive.”