Hevseroka BEKSAV'ê: Hunermendên kurd û sosyalîst li dijî tecrîdê li ber xwe didin 2024-08-03 09:08:10 STENBOL - Hevseroka BEKSAV'ê Canan Kaplanê diyar kir ku îro hunermendên kurd û sosyalîst bi polîtîkayên tecrîdê tên tepisandin û tirsandin û got: "Hevdîtina bi gel re tê astengkirin."   Li Tirkiyeyê ku azadiya fikr û ramanê di bin zexteke mezin de ye, hemû beşên civakê yên ku lêpirsînê û rexneyê dikin, dibin hedefa desthilatê. Çand û huner yek ji wan qadan e ku para xwe ji polîtîkayên "tekparêziyê" yên AKP'ê yên digire. Şano, muzîk, pirtûk, roman û berhemên hunerî yên cur bi cur ên kurdî tên qedexekirin û hunermendên kurd, sosyalîst û muxalif ên ku pirsgirêkên civakê ronî dikin jî, bi dorpêça darazê re rû bi rû tên.   Hevseroka Weqfa Lêkolînên Zanist, Perwerdehî, Estetîk, Çand û Hunerê (BEKSAV) Canan Kaplanê têkildarî tiştên tên serê hunmernendên kurd û sosyalîst û têkoşîna wan a li dijî van kirine axivî.    Kaplanê diyar kir ku hunermendên şoreşger û muxalif ên ku bi xebatên xwe pêwendiyê bi pirsgirêkên bingehîn ên gel re datînin, her tim bi êrişan û pêkanînên tecrîdê re rû bi rû mane û ji bo vê  Nazim Hîkmet, Yilmaz Guney û Gulten Akinê wekî mînak nîşan da.    HUNERMENDÊN KURD Û SOSYALÎST   Kaplanê da zanîn ku bi taybetî hunermendên kurd û sosyalîst tên tecrîdkirin û tepisandin û bibîr xist ku pêşandana fîlma "Prîde" ya Sînema Kolektîfê ya di bin banê BEKSAV'ê de ji aliyê Qeymeqamtiya Kadikoyê ve hatiye qedexekirin û der barê endamên wan de doz hatiye vekirin. Kaplanê anî ziman ku ev tecrîd û polîtîkayên îzolasyonê li Şaredariyên CHP'ê jî dewam dikin û got: "Demekê CHP'iyan dem bi dem polîtîkayeke nerm dimeşandin, lê niha ne şaredariyên bajarê mezin û ne jî yên navçeyan salonan nadin tu saziyên sosyalîst û hunermendên kurd. Li vir hevdîtina sosyalîst û kurdan a bi gel re tê astengkirin. Tecrîdeke wiha heye. Mixabin em di warê şikandina vê polîtîkaya tecrîdê de em rastî zehmetiyên cidî tên. Em hewl didin berhemên hunerî yên ku em çêdikin di kovara xwe de biweşînin, lê ji ber tekelbûna torên belavkirinê em nikarin bikevin nava toran. Ji ber vê yekê, divê em bi destan an jî bi kargoyê belav bikin. Ev jî pirsgirêkeke tecrîdê ye ku divê were çareserkirin. Ji xeynî vê em wekî hunermendên sosyalîst di mîtîngan de konseran didin û di demên diyar de şanoyê dilîzin. Naveroka wan gelek caran dikare bibe mijara nîqaş û lêpirsînê. Koma Vardiya par li Nûrhakê konserek da. Lêpirsînek li dijî solîstên komê hat destpêkirin bi hincera 'pesnê terorîzmê'. Lê li dijî van hemû polîtîkayên tecrîd, îzolasyon û çavtirsandinê, em girîngiyê didin ku zêdetir li kolanan bin, bi raya giştî re zêdetir hevdîtinan bikin û bi derdorên bindest û vederkirî bên cem hev."    Kaplanê diyar kir ku ev hunermend hewl didin kodên sazûmana yekbûyî ya dewletê bişikînin û hunereke piralî ava bikin û wiha got: “Çawa ku jin bi pergala baviksalarî ya 5 hezar salî re mijûl dibin, ev rewş ji bo hunermendên sosylîast jî derbasdar e. Li dijî kodên dewleta unîter, afirandina nirxên nû hewldanek mezin dixwaze. Bi rastî, ev rewşa domdar a pevçûnê tiştekî wiha ye ku me tîne cem hev. Helbet em li dijî vê pergala tekparêz piralîbûnê diparêzin û dengê xwe bilind dikin."    MA / Omer Îbrahîmoglû