Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin 2024-08-03 21:34:47   AMED - MED-DER û Enstîtuya Kurdî ya Amedê li dijî êrişên li ser zimanê kurdî û çanda kurdî çalakî li dar xistin.    Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê yên Mezopotamyayê (MED-DER) û Enstîtuya Kurdî ya Amedê, li dijî êrişên li ser zimanê kurdî li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de helbestên kurdî hatin xwestin û alfabeya kurdî hatin nişandan. Paşê dengbêjan kilam gotin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Bi kurmancî û kirmanckî pankarata "Her dem kurdî her der kurdî" hat vekirin.    Di çalakiyê de Komkujiya Şengalê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de hat gotin ku li dijî êrişên li ser zimanê kurdî yekîtî divê.    Çalakî bi kilamên dengbêjan bi dawî bû.