Mîhrîcana Şanoyê ya Jinan a Amedê di 5'ê Mijdarê de dest pê dike 2024-11-02 10:43:06 AMED - Mîhrîcana Şanoya Jinan a Amedê di 5'ê Mijdarê de dest pê dike. Ji lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Zeycan Ateşê hemû jin vexwendin mîhrîcanê.  Bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şanoya Bajêr a Amedê, Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinê (KASED) û Rêxistina ÎVA'yê wê di navbera 5-10'ê Mijdarê de "Mihrîcana Şanoya Jinê ya Amedê" bê lidarxistin. Di mîhrîcanê de ku wê 6 rojan berdewam bike, dê 9 lîstikên şanoyê bên lîstin û panel û atolye bên lidarxistin.   Di mîhrîcanê de ligel Enqere, Îzmîr û Stenbolê, ji bajarên Kerkûk ên Herêma Kurdistana Federe û bajarên Seqiz û Sine yên Rojhilatê jî dê şanoger beşdar bibin. Lîstik û sohbetên ku dê bên lîstin dê li ser pirsgirêk, maf û têkoşîna jinan be.   Ji lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Zeycan Ateş diyar kir ku bi salan e li ser xebateke wiha fikirîne lê derfet nedîtine çêbikin. Ateşê diyar kir ku di qada hunerê de pêwîstî bi xebatên xweser ên jinan heye û got ku wan di vê çarçoveyê de dest bi xebatê kiriye. Ateşê got: “Em wekî jin xwe îfade dikin, xwe nîşan didin, di her qadê de xebatên xwe dimeşînin. Em jî di vê çarçoveyê de Mîhrîcana Şanoya Jinan li dar dixin. Mîhrîcanake wisa pêwîst bû. Ji ber vê yekê me ew danî pêşiya xwe.”   ‘EM HENE, EM LI VIR IN'   Ateşê diyar kir ku di panelên ku dê di çarçoveya mîhrîcanê de bên lidarxistin de dê li ser cihê jinê di hunerê de gengeşe bikin û wiha berdewam kir: “Em di rojên wiha de derbas dibin ku her roj jin tên qetilkirin û tundî li ser tenduristiya jinan tê kirin. Ji ber vê yekê em dixwazin jin di vê mîhrîcanê de werin cem hev. Dema meriv li şanoyê temaşe dike her kes xwe li ser sehnê dibîne. Di lîstika ku me çêkir de hinekî wisa ye. Jiyana jinan di navbera çar dîwaran de çawa ye? Derûniya wan çawa ye? Di pêvajoyeke wiha de bi taybetî ji bo jinan polîtîkayeke cuda tê meşandin. Ji ber vê yekê em dixwazin di vê mîhrîcanê de xwe nîşan bidin û bibêjin 'em hene, em li vir in'. Li Amedê cara yekem e ku tiştekî wiha çêdibe. Ji ber vê yekê em pir bi kelecan in û dixwazin hemû jin li gel me bin.”   BERNAMEYA MÎHRÎCANÊ   Bernameya Mihrîcana Şanoyê ya Jinan bi vî rengî ye:   * 5 Mijdar: Şanoya bi navê Çalakiya malçêkiri dê saet di 19.30'an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê derkeve pêşberî temaşevanan.    * 6 Mijdar: Di saet 12.00'an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê wê bi beşdariya nivîskar Sureyya Karacabeyê axaftina bi navê Jin Li Şanoyê Ne bê lidarxistin.   * Li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê saet di 14.00'an de bi beşdariya derhêner Berfîn Zenderlîoglû wê atolyeya bi navê "Kargeha Vegotina Çîrokan" bê lidarxistin.   * Performansa Hunermend Filiz Bozkûş a bi navê Al'ın Gong wê saet di 19.30'an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê bê pêşandan.   * 7 Mijdar: Wê gotûbêja “Girningîya şanoyê di Jiyana Jinan de û bandorên wê yên erênî yên li ser ramanê û civakê" li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê bi beşdariya Sîmîn Çayçî saet di 15.00'an de bê lidarxistin.   * Lîstikvan Nazan Kesal dê di lîstika yekkesî a bi navê "Birînên Min Ji Ber Evînê ne" ku dê saet di 19.30'an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bê lîstin, wê helbestvana jin a îranî Furux Farrohzadê nîşan bide.   * 8 Mijdar: Yek ji lîstikvana Koma Hunerên Şanoyê ya Bogazîçî (BGST) Aysel Yildirim, lîstika yekkesî a bi navê "Bir Kadın Yaniyor" ku derhêneriya wê Sevîlay Saral dike, dê di saet 15.00'an de li Şanoya Bajêr a Amedê bê lîstin.   * Lîstika "Temok" a ku derhêneriya wê Temok Perwîz Ehmedî dike saet di 19.30'yî de dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê bê lîsîtin.   * 9 Mijdar: Di saet 12.00'an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê axaftina bi navê "Di Şanoya Kurdî de Jin" wê bi beşdariya lîstikvana şanoyê Pelda Bal Demîr bê lîstin.   * Lîstika "Hîn Jî Gotina Me Neqedîyaye" ya lîstikvanên Rojhilatî dê saet di 15.00'yî de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê derkeve ser dikê.   * Şanoya BGST ya bi navê "Sevgî Soysal Di Jiyanê de israr dike" dê saet di 19.30'yî de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê derkeve ser dikê.   * 10 Mijdar: Lîstika "Salma" ya lîstikvanên şanoyê yên Kerkûkî yên ku dê beşdarî mîhrîcanê bibin dê saet di 15.30''yî de li Şanoya Bajarê Amedê bê lîstin.   * Lîstika bi navê "Mêdêa" ya bi kurdî ya ji Enqereyê tê wê saet di 19.30''yî de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çanda Amedê bê lîstin.   MA / Rûkiye Adiguzel