Meclisa Çand û Hunerê ya Konseya Bajar a Amedê hat avakirin 2024-12-06 14:24:50 AMED - Konseya Bajar a Amedê ku di serdema qeyûm de hatibû girtin, Meclisa Çand û Hunerê ava kir.  Konseya Bajar a Amedê ku di serdema qeyûman de hatibû girtin û 8 sal piştre piştî DEM Partiyê şaredarî bi dest xistî dîsa hate vekirin, meclisa xwe ya ewil ava kir. Meclisa Çand û Hunerê ya Konseya Bajar a Amedê, li Navenda Çandê ya Çand Amedê 1’emîn Civîna Asayî li dar xist. Ji qada çand û hunerê gelek kes, endamên meclisa şaredariyê û gelek kes tev li civînê bûn. Endama dîwanê Saliha Ayata got ku ji ber vekirina meclisê ew bi kelecan in.    Sekretera Giştî ya Konseya Bajar Selvî Tunç di civînê de diyar kir ku dê Meclisa Çand û Hunerê ji bo çand û hunera Amedê û zindîhiştina hafizeyê girîng be û got: “Ev hêj destpêk e.”    Endamê Lijneya Rêveber a Konseya Bajar a Amedê Şêrko Kanîwar jî diyar kir ku ji bo çand û zimanê kurdî bi sedan hunermend bêyî sîwaneke şaredariyê heb eli malên xwe, li kolan, gund, metrepol û dîasporayê ya ji destê wan tê dikin.    'DIVÊ EM NEHÊLIN ÇANDÊ BIDIN JIBÎRKIRIN’    Kanîwar, bi mînakan pêşketina çand û hunerê ya ji salên 90’î heta niha ya li Amedê vegot û bal kişand ser tayînkirina qeyûman û xebatên wan. Kanîwar, wiha got: “Qeyûman, bi kurdî û çanda kurdî xebat nekirin. Heke em birêxistinkirî bin, em dikdarin bêyî rêveberiyên herêmî jî çand û ziman pêş bixin. Kesên bi çand û hunerê re eleqeder, hafizeya civakê ne. Em ziman û rengê vî bajarî ne. Ji bo vê bar dikeve ser milê me tevan. Ji bîr nekin ku xebatên me hafizeya zimanê kurdî ne. Li Kurdistanê kevir li ser kevir nemîne jî em ê destûrê nedin çanda kurdî bê jibîrkirin.”    Piştî axaftinan, rêveberiya meclisê ya ji 7 kesan pêk tê hate diyarkirin. Tê payin ku rêveberiya hatiye hilbijartin di rojên piştre de di navbera xwe de hevberdevkên xwe hilbijêrin.