Hunermendên Rojavayê: Li hemberî êrişên dagirkirinê divê her hunermend helwesta xwe zelal bike 2024-12-07 09:00:48 RIHA - Hunermendên li Rojavayê dijîn û li hemberî êrişên hêzên paramîlîter tevli seferberiya Rêveberîya Xweser bûne anîn ziman ku armancake êrişên qirqirina çandê ye û wiha gotin: "Dibê hemû hunermend li hemberî van êrişên dagirkirinê helwesta xwe zelal bikin. Bêdengî mirin e."  Li Bakûr û Rojhilatê Sûrîyeyê êrişên dewleta tirk û hevkarên wê bênavber berdewam dikin. Li hemberî êrişan ku di van rojên dawî de zêde bûne Rêveberîya Xweser di 1'ê Kanûnê de seferberî ragihand. Ev hefteyek e ciwan û jin di nav de gelek kes tevlî seferberîye bûn. Hunermend û rewşenbîrên herêmê jî bi dirûşmeya "Li şoreşê xwedîderketin li xwe û civaka xwe, xwedîderketin e" tevlî seferberiyê bûn. Hunermendên li Rojavayê ku xebatê xwe berdewam dikin, êrişên dawî, seferberî, dagirkirin, çand û hunerê ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxandin.    Hunermend Sîpan Xelat anî ziman ku êrişên HTŞ û SMO'yê xizmeta neçareserkirina pirsgirêkan dikin û wiha got: "Bi êrişan îradeya gelan a ku bihevre jîyan bikin tê hedefgirtin. Ji bo çareseriyê di destê HTŞ û SMO'yê de plansazîyek tune. Tenê karê wan talankirin û kuştin e. Tenê Rêveberîya Xweser ji bo gelan çareseriyê pêşkêş dike. Niha li Sûriyeyê ji bilî Rêveberîya Xweser di destê tu hêzê de ji bo çareseriyê tiştek nîn e. Divê modela Rêveberîya Xweser li hemû Sûriyeyê bê belavkirin."   'QIRQIRINEKE ÇANDÎ HEYE'      Sîpan Xelat bal kişand ku êdî gel şer û pevçûnan naxwazin û got: "Çeteyên ku Tirkî li pişt van, îradeya gelan hedef digirin. Li hemberî vê divê hemû kes helwesta xwe diyar bike. Divê em ji her demê zêdetir parastina xwe mezin bikin. Li Bakûr û Rojhilatê Sûrîyeyê gelek pêkhate li ser paradigma Netewa Dêmokrat jîyan dikin. Armanca êrişan ne tenê dagirkirina bajarekî ye. Êriş ji bo qirqirina çandî jî tên kirin. Ne tenê gel ji warê xwe derdikeve, li wî bajar çand jî winda dibe. Li hemberî êrişên qirqirina çandî em têkoşîna 'em hene' didin. Divê em vê yekê jibîr nekin. Li hemû derî divê em rêxistina xwe mezintir bikin. Em li ku bin jî divê em li hev du xwedî derkevin. Divê em zimanê xwe, çanda xwe biparêzin ku em nehêlin polîtîkayên şerê teybet me ji hev durbixin."   'DIBE KU SIBE DERENG BE'    Sîpan Xelat bi bîr xist ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî piştî dagirkirinê qirqirina çandî derketiye pêş û gotinên xwe wiha domand: "Li hemû bajarê ku hatin dagirkirin qirqirina çandî heye. Li bin siya çeteyan gel nikarin bi hev re jîyan bikin. Divê hemû hunermend helwesta xwe zelal bikin. Hunermendê derveyî welêt jî divê deng derxînîn. Karê hunermendan ne tenê huner e. Hunermendên li Ewropayê jî di nav de hemû hunermend divê bi berhemên xwe bal bikişînin ser dagirkirinê. Îro em dengê xwe bilind nekin dibe ku sibe dereng be."   KAWA FETTAH: DIVÊ HEMÛ KES BERÊ XWE BIDE ROJAVAYÊ      Hevserokê Komîteya Şanoyê ya Kantona Cizîrê Kawa Fettah jî bal kişand se êrişên dawî û wiha got: "Ev êriş bi destê dewletê navneteweyî tên kirin. Ev êriş êrişên balkêş in. Bi van êrişan hat nîşandan ku daxwaza dewletê navneteweyî ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê nîn e. Komê çekdar, teror gelek cih bi dest xistin. Xuya ye hesabên mezintir tên kirin. Dibê li hemberî vê baweriya me bi gelê me hebe. Hezkirina me dibe zêde bibe. Divê em nakokîya çareser bikin. Wekî hunermendan divê em zanibin ev êriş li hemberî hunera me ne. Divê em li hemberî van êrişan bisekinin. Eger em li hemberî van êrişa nesekinîn tu kes pirsgirêkên me çareser nake. Wekî hunermend, şanoger divêm bi vê baweriyê nêzî ve krîzê bibin. Divê em ji penabera re bibin alîkar. Divê em nêzî gelê xwe bin. Hunermend divê berê xwe bidin gelê xwe. Bi berhemên xwe her kes dikare ji penaberan re bibe coş û moral. Divê hemû hunermend helwesta xwe li hemberî qirqirina çandî zelal bikin. Bila hemû kes berê xwe bidin Rojavayê."   ŞEVZAN MEHMÛD: ROJ ROJA ŞERÊ GELÊN ŞOREŞGERÎ YE     Şanogerê Navenda Çand û Hunerê ya Mihamed Şêxo a ku li Qamişlo û derhêner Şevzan Mehmûd ji anî ziman ku gelên herêmê qonaxên girîng derbas dikin û got: "Em ji geşedana dişopînin û di nav de ne. Bi êş û xemgînî li hemberî wê ji berxwedan û moral bûyeran dişopînin. Tiştê niha çêdibe şerê hebûn û tunebûnê ye. Em di qonaxeke girîng re derbas dibin. Îro roja şerê gel ê şoreşgeriyê ye. Dema hebûnê ye. Hêzen tarî û gemar dixwazin pêkhateyê binpê bikin. Em wekî hunermendan deriyê xwe ji penaberan re vedikin û wan hembêz dikin. Şanogehê me ji bo koçberan vekirî ne. Koçber aramî û ewlehî li şonegehê me dîtin. Çi ji destê me were em ê bikin. Qedera me yek e. Divê em bibin yek. Dijmin ferq û cudahî nake nav me. Bangawazîya me ji bo hemû hunermenda ye. Yê ku li welêt û derveyî welêt dibe piştgiriye bidin gel. Rewşeke zehmet e. Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo zarokek çêbû û navê wî kirin Qamişlo. Îro hemû gel li koçberan xwedî derket. Êşa me yek e. Kesê ku li derve jî jiyan dikin divê dengê gelê Rojava bilind bikin. Em îro di dorpêçkirinekê de ne. Niha şerê qirqirinê heye li Rojavayê. Li hemberî vê divê hemû kes helwesta xwe zelal bike."   MA  / Emrûllah Acar