Gotina dawîn a Fadil Cizîrî : Kes li dengbêjan xwedî dernakeve 2018-07-26 13:52:00 ŞIRNEX –  Xwediyê klama “Heyran jaro” Fadil Cizîre duh li nexweşxaneyek di nav nivînan de jiyana xwe ji dest da. Ji Cizîrî gelek klam û gazina “Ma Şakiro jî ji bêxwedîtî nemirî? Kes li dengbêjan xwedî dernakeve.” ma.    Her kesî/ê ew bi klama wî ya “Heyran jaro” nas dikir. Li pey Cizîriyê ku di nav nivînên xwe yên nexweşxaneyê de jî kliman distra, gazina wî ya ku di hevpeyvîna xwe ya dawîn de anîbû ziman “Ma Şakiro jî ji bêxwedîtî nemirî? Kes li dengbêjan xwedî dernakeve.” ma.   Dengbêjê navdar ê herêma Botanê Seyîd Fadil Cizîrî jî weke Şahê dengbêjan Şakiro û gelek dengbêjên din di nav feqîrî û xizaniyê de xatir ji jiyanê xwest û koça dawîn kir.    DI 15 SALIYA XWE DE BEŞDARÎ DÎVANAN BÛ    Cizîriyê ku rih da gelek payîzokên di nav xwe de destan, şer û eviniyê dihewînin, di sala 1962’an de li gundê Salatûnê yê navçeya Silopya ya Şirnexê ji dayîk dibe. Cizîrî dengbêjiyê ji dayika xwe Dengbêj Sêvê hîn dike û bi klama xwe ya “Heyran jaro” tê nasîn.    Cizîrî di hevpeyvîna xwe ya dawîn de destnîşan dike ku destpêkê fedî kiriye klaman bibêje û hê di 15 saliya xwe de beşdarî dîvanên dengbêjan dibe.   BI SALAN BI NEXWEŞIYÊ RE TÊKOŞIYA   Cizîrî li dijî xizaniyê bi tena serê xwe têdikoşe û di sala 1992’an de bi armanca ku debara malbata xwe bike, wek zabita li Şaredariya Cizîrê dest bi xebatê dike. Piştî salên dûr û dirêj ji şaredariyê teqawît dibe û ji bo bidawîkirina hesreta xwe ya bi salan careke din vedigere dengbêjiyê. Cizîrê 7 sal bûn bi nexweşiya parkinsonê re têdikoşiya.   Ji ber qezeyeke trafîqê kurê wî yê mezin jiyana xwe ji dest dide, Cizîrî piştî vê yekê dikeve nav xemginiyeke mezin. Herî dawî jî kurê wî Mûrat Ergul dema qedexeyên derketina Cizîrê tê qetilkirin û Cizîrî ji ber vê yekê qehr dibe.   Piştî van bûyeran rewşa Cizîrî roj bi roj xerabtir dibe û ji bo tedawiyê li nexweşxane nexweşxane digere. Cizirî di rojên dawîn ên jiyana xwe de sebra xwe bi kewên xwe yên ku qet ji ber serê xwe nediqetand dianî.    TENÊTUYÊ BARÊ WÎ GIRANTIR DIKIR   Cizîrî di rojên dawîn ên jiyana xwe de herî zêde gazinan ji tenetiyê dikir. Cizîrê bi gotina xwe ya “Tişta ku îro tê kirin ne dengbêjî ye. Tenê bi gotina stranên dewetan dengbêjî nayê kirin” rexne li kesên ku dengbêjiyê ber bi arabeskbûnê ve dibirin dikir û di hevpeyvîna xwe ya herî dawîn de digot ku aqûbata Şahê Dengbêjan Şakiro dijî.    Cizîrî di berdewama vê hevpeyvîna xwe de ev tişt anî bû ziman: “Ez nexweş im lê perê min tune ye ku ez tedawî bibim. Ma Şakiro jî ji bêxwedîtî nemir? Kes li dengbêjan xwedî dernakeve. Edî jiyan li min heram e. Ji ber nexweşiyê nikarim şevan razim. Dema şevbihurkên berê tên hişê min ez ji halê xwe re digirîm.”   MA / Gokhan Altay