Hindik maye ku karê kolîneriyê jî biqede 2017-09-23 09:31:12 MÊRSÎN – Birayên Turgay û Tuncay Dogan ku bi salan e li Tarsûsê bi kolîneriya (verojî) daran debara xwe dikin anîn ziman ku bi pêşketina teknolojiyê re kolînerî bi tunebûyînê re rû bi rû maye.  Li Taxa Çaglayan a Tarsûsa Mêrsînê birayên Turgay û Tuncay Dogan bi salane bi kolîneriyê (verojî) daran debara xwe dikin. Birayên Dogan gotin ku her diçe eleqeya ji bo kolîneriyê kêm dibe. Turgay Dogan ku ji sala 1976`an ve kolîneriyê dike diyar kir ku ew li Stenbolê ji hosteyekî ermenî hînî vî karî bûye. Dogan, anî ziman ku li derûdorê çend hosteyê kolîneriyê mane û di demên dawî de ji ber pêşketina teknolojiyê eleqeya ji bo vê hunerê kêm bûye.    'EM JI MECBÛRÎ DIKIN`    Dogan wiha domand: “Fabrîqe jî daran diverojin; lê tenê ji sedî 60`ê wê hunerî ye. Divê destê mirovan li daran bikeve. Êdî dewlet jî xwedî li me kesên ku kolîneriyê dikin dernayê. Bi rastî jî em ji vî karî sar bûn. Êdî em ji neçarî vî karî dikin. Lê me tu carî karê xwe biçûk nexist.” Dogan da zanîn ku fabrîqe sîparîşan didin wan û wiha got: “Îro çar pênc fabrîqe bi riya fîrmayan piyaseyê bi rê ve dibin. Ev fabrîqe serî li me jî didin û kar didin me. Em tenê heqê keda xwe 50-100 lîreyî distînin.”    ‘PÊŞEROJA WÊ TUNE YE`    Tuncay Dogan jî got ku her diçe kolînerî ber bi qedandinê ve diçe û êdî ew tu pereyî qezenc nakin. Dogan, anî ziman ku heta ku ew karibin ew ê vî karî bikin û wiha domand: “ Hin kes hene dixwazin vî karî wek hobiyê bikin. Lê dema me yî ku em fêr bikin tune ye. Mesela kesek kurê xwe bîne û bêje vê pîşeyê hînî wî bikin, ev dibe.” Dogan, diyar kir ku êdî tu qezenceke kolîneriyê tune ye û wiha axivî: “Heke kesek wek pîşe bixwaze wek pîşe hîn bibe, ez hînî wî/ê nakim, çimkî tu qezencek wê tune ye. Naxwazim tu kes bê pere û sîgorte bimîne.”