Hevrêyên Korkmaz Tedîk li ser navê wî pirtûkxane vekirin 2017-10-24 11:19:17 MELETÎ – Li Meletiyê li ser navê Korkmaz Tedik ku di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da, pirtûkxaneyek hat vekirin.  Li Taxa Oren a navçeya Akçadag a Meletiyê li avahiya Cemxaneyê, li ser navê endamê Desteya Rêveber a Giştî ya EMEP’ê Korkmaz Tedîk pirtûkxaneyek hat vekirin. “Pirtûkxaneya Korkmaz Tedîk” ji aliyê Şaxa Komeleya Pîr Sultan Abdal a Orenê ve hat vekirin. Di vê pirtûkxaneyê de, beşa zarokan li ser navê Veysel Atilgan ê 9 salî ye ku di heman komkujiyê de jiyana xwe ji dest da.   Celal Tedîk, apê Korkmaz Tedîk, anî ziman ku vekirina pirtûkxaneyê malbata wan kêfxweş kiriye. Tedik, diyar kir ku biraziyê wî Korkmaz ji aliyê hawirdorê û hevalên xwe ve dihat hezkirin û zarokê malbateke şoreşger bû.    GELEK KES SERDANA PIRTÛKXANEYÊ DIKIN    Tedik, diyar kir ku biraziyê wî di bin banê partiyê de li herêma Eskîşehîr, Isparta, Enqere û Akdenîzê xebat bi rê ve birine û bi layiqî peywira xwe bi cih dianî. Ap Tedik, got ku ji ber biraziyê wî Korkmaz li vir çê bûye û mezin bûye, hevalên wî xwestiye li vir li ser navê wî pirtûkxaneyekê vebikin. Ap Tedik, diyar kir ku ew her roj pirtûxaneyê vedike û digire û wiha got: “Me navê kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan li pirtûkan kir. Ji 7’an heta 70’yan her kes serdana pirtûkxaneyê dike.”    Tedik, anî ziman ku her wiha ew her sal di 21’ê Hezîranê roja rojbûyîna Korkmaz Tedik de turnuvaya voleyvolê jî li dar dixin.    ‘BÎRANÎNA WAN RIYA ME RONÎ DIKE’   Serokê Şaxa Komeleya Pir Sûltanê ya Orenê Mazlum Kose jî wiha got: “Ji ber Korkmaz Tedik li vir çê ye û mezin bûye, me xwest em li vir li ser navê wî û ji bo bîranîna kesên pê re jiyana xwe ji dest dane pirtûkxaneyekê vebikin. Niha zêdeyî 5 hezar pirtûkên me hene. Korkmaz zaf ji xwendin û lêkolînê hez dikir. Ji ber vê me xwest em ji bo bîranîna wî pirtûkxaneyekê vebikin.”    Kose, balê kişand tûrnûvaya voleybolê ya her sal tê lidarxistin jî û got ku bi vê yekê armanca wan ew e ku bîranîna kesên di oxira peydakirina biratiya gelan de jiyana xwe ji dest dane zînde bikin. Korkmaz, anî ziman ku dê rê û bîranîna hevrêyên wan riya wan ronî bike.