‘Temaya kedê di wêjeya kurdî de tune ye’ 2018-10-17 14:47:00 AMED -  Nivîskaran di Rojên Wêjeya Berawirdî de “Temaya Kedê ya Di Çîrok û Romanên bi Kurdî û Tirkî De” gotûbêj kirin. Nivîskar Îsmaîl Dîndar got temaya kedê hema bêje di wêjeya kurdî de nîne û wêjeya kurdî bêtir li ser hezkirina welat, qehremanî û hezkirinên kesan hatiye honandin.    Di çarçoveya Rojên Wêjeya Berawirdî (Danberhevî) de ya ji aliyê Weşanxaneya Lîs û Navenda Çanda Amedê ve pêk tê, bi sernavê “Temaya Kedê ya Di Çîrok û Romanên bi Kurdî û Tirkî De” li Şaxa 1’em a Egîtîm Sena Amedê hat lidarxistin. Hevserokê PEN’a Kurd Osman Ozçelîk, nivîskar, helbestkar û gellek wêjehez beşdarî panelê bûn. Moderatoriya panelê Reşo Ronahî kir û nivîskar Tahîr Şilkan û Îsmaîl Dîndar gotûbêj kirin. Şilkan panelê bi tirkî û Dîndar jî bi kurdî vegotin.    ‘KED BANDOREK MEZIN LI SER WÊJEYA TIRKÎ DIKE’    Nivîskar Şilkan diyar kir ku tişta jiyanê diafirîne û hildiberîne ked û hêza kedkaran e û yên qezenc dikin jî patronin û li ser pişta karkeran dibin kapîtalîst. Şilkan anî ziman ku li ser wêjeya tirkî keda kedkaran bandorek mezin dike û di wêjeya tirkî de gellek behsa tê kirin. Şilkan got ji karkerên çandiniyê bigire heta karker û kedkarên her qadê  dibin mijara wêjeyê ango romanan. Şilkan gellek pirtûkên behsa kedê dike mînak nîşan da û xwest ku xwest ku wêje û ked di rojên azad û aştiyane de hilberîna xwe bike.    ‘TEMAYA KEDÊ DI WÊJEYA KURDÎ DE NÎNE’    Nivîskar Îsmaîl Dîndar jî destnîşan kir ku ji bilî du sê pirtûk û nivîskaran hema bêje di wêjeya kurdî ya klasîk û ya nûjen de temaya kedê nîne û got: “Ji bilî pirtûka ‘Şivanê Kurmanca’ ya Ereb Şemo, çend helbestên helbestkar Cegerxwîn û Şêrko Bêkes behsa kedê nayê kirin. Di wêjeya kurdî de bêtir netewperwerî, hezkirina welat, evîn, êş û xemên giran hene.” Dîndar da zanîn ku wêje parçeyek destpêka jiyanê ye û wiha got: “Ji avakirina Komara Tirkiyeyê bigire heta îro her tim ji bo zimanê kurdî wêneyek nexweş heye. Ziman û keda kurdan her tim qedexe bûye. Her tişt bi saya kedê çêdibe. Kurd tu demê nikaribûne bi zimanê xwe azad bijîn. Bingeha wêjeyê ziman e. Heke ku ziman tune be wêje jî li pêş nakeve. Lê li gel ewqas serdemên dijwar jî geşedan û pêşketinên di warê zimanê kurdî û wêjeya wê de hêviyê dide mirov.”    Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.