Zoriyên hunera kolanan bi belgefîlmê hat vegotin 2018-10-29 09:09:43 MÊRSÎN – Wênegir Alî Osman Abali bi belgefîlmek ku tengezariyên hunermendên kolanan vedibêje li ser mijarê rawestiya û zoriya hunera kolanan a li Tirkiyeyê bi awayek kêf vegot.  Li Mêrsînê wênegir Alî Osman Abali mohra xwe li gelek xebatên wêneya xist. Abali herî dawî jî belgefîlmek bi navê “Muzîkjenên Kolanan ên Mêrsînê” çêkir û bi vê belgefîlmê tengezarî û zoriya hunermendên li kolanan hunerê hildiberînin vedibêje. Pêşandan belgefîlmê dê di 30’ê Cotmehê de li Komeleya Wêneyan a Mersînê bê nîşandan. Abali behsa belgefîlmê kir.    ‘TIRKIYE JI BO MUZÎKA KOLANAN NE AMADE YE’    Abali da zanîn ku wî hunermendên li kolanên Mêrsînê muzîkjeniyê dikin berhev kiriye û got: “Min bi belgeselê feraseta hunera alternatîf raxist ber çavan. Mêrsîn bajarekî mozaîk e û kozmopolîtîk e. Kurd, ereb, laz, çerkez û gelek netewên din lê hene. Mirov li kolanan dengê awazên erebî û ermenîkî jî dibihîze. Ji bo xatirê ev bên dîtin me vê projeyê amade kir.”    ‘MUZÎKA KOLANAN SEKNEK E’   Abali destnîşan kir ku belgefîlm ji 20 deqîqeyan pêk tê û wiha dewam kir: “Hunera kolanan a li Tirkiyeyê ku bi zorê tê kirin bi awayekî kêf me vegot. Tirkiye hêj ji bo hunera kolanan ne amade ye. Sedemê vê jî polîtîkaya dewlet û şaredariyan e. Hunermendên din ku li deverên din ên cîhanê muzîkjeniya kolanan dikin hatine cihê herî baş. Her çiqas hatibin cihêbaş jî lê bi bîrdozî nêz dibin. Muzîka kolanan seknek li dij nîşan dide. Xwedî bingehek xwe ya bîrdozî heye. Destek ji bo hunermendên kolanan nayê dayîn. Ev jî cihê rexneyê ye. Ji bo hin bêtir hunera kolanan li pêş bikeve divê bi rêxistinî bê tevgerandin.”    MA / Cemîl Ugur