Odeya Avahîsazan: Ji bo Sûrê berpirsyariyê hildin ser milên xwe 2018-11-29 16:07:54 AMED – Endama Desteya Rêveberiya Odeya Avîsazan Selma Aslan diyar kir ku binyada esil a rûxandina Sûrê îstîmlaqkirina di çarçoveya projeya îhya ya bajariyîtiyê ye û bang li UNESCO û saziyên navnetewî kir ku xwedî li mîraseya mirovatiyê ya hevpar derkevin.    Şaxa Odeya Avîsazan a Amedê ku girêdayî Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk  e (TMMOB) têkildarî Baxçeyên Hevselê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên Odeyê beşdarî civînê bûn. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Odeya Avîsazan Selma Aslan di civînê de axivî û bi bîr xist ku bircên Amedê û Bahçeyên Hevselê di civîna navbera 28’ê Hezîran û 8’ê Tîrmeha 2015’an de li UNESCO pêk hat xistin Lîsteya Mîrasên Cîhanê. Aslan anî ziman ku UNESCO neçare li vê biryara ji bo parastina birc û Bahçeyên Hevselê yên Amedê daye xwedî derkeve û got: “Em wek Odeya Avîsazan dibêjin ku lazim e hemû birc û Baxçeyên Hevselê yên mîrasên mirovahiyê bi her awayî bên raporkirin û parastin.”    ‘HER ÇIQAS ŞER QEDIYA BE JÎ LÊ QEDEXE DIDOME’    Aslan bal kişand ser qedexeyên li navçeya Sûrê yên 3 sal in didome û got: “Hemû serlêdanên ji bo parastina mal û cihên pîroz ên Sûrê çi hatin kirin hatin betalkirin. Bi sedan cihên tescîlkirî hene lê dîsa hatin xerakirin. Her çiqas pevçûn qediya be jî lê qedexe û hilweşîn didome. Mizgefta Kurşunlu, Mizgefta Hecî Hamît, Hemama Paşa, Mala Mehmet Uzun, Dêra Katolîk a Ermeniyan û gelek mîmariyên sivîl ji hin ji van mînakan e. Li navçeya Sûrê cih û qadên jiyanê yên dîrokî ji nexşeyê hatin jêbirin.”    ‘UNESCO NEÇAR E BIRYARA XWE BIPARÊZ E’    Aslan destnîşan kir ku rûxandina esil di bin navê “Projeya Îhya ya Bajarvaniyê” de pêk hat û UNESCO neçar e li dijî rûxandina cihên dîrokî ya bi çekan bikeve parastinê û deverên qedîm û dîrokî biparêz e. Aslan anî ziman ku ji sala 2016’an vir ve li navçeya Sûrê hema bêje hemû hatiye îstîmlaqkirin û piştî vê biryara îstîmlaqê cudahiya civakî û çandî pêk hatiye. Aslan got projeya ji bo Sûrê hatiye sazkirin ne li gorî plana rêveberiya qadê ye.    BANGA LEZGÎN LI UNESCO KIR   Aslan di dawiya axaftina xwe de bang li UNESCO û saziyên navnetewî kir û xwest ji bo Sûr û Baxçeyên Hevselê bikevin tevgerê û berpirsyariyê hildin ser milê xwe.