Şehrîbana Kurdî: Yekîtiya kurdî dê hunerê jî azad bike 2017-10-31 09:54:23 STENBOL – Hunermend Şehrîbana Kurdî, diyar kir ku ji salên 90’î heta niha li Tirkiyeyê zext û qedexeyên li ser hunera kurdî neguherîne. Kurdî, anî ziman ku dema kurd bibin yek, dê wê demê çand û huner bi hevre azad bibe.  Hunermenda kurd Şehrîbana Kurdî li ser têkiliya Yekîtiya Neteweya Kurd û hunera kurd axivî û anî ziman ku wê demê jî zext li ser kurdan hebû û niha jî zext li ser kurdan ye.Kurdî anî ziman ku dema wê di salên 1990’î de li qada hunerê dest bi xebatan kiriye, bi gelek zext û zoriyan re rû bir û maye û wiha got: “Ji warê siyasî bigirin heta şara serê min, bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mam. Em gelek caran hatin binçavkirin û girtin. Dema peyva Kurdistanê bi temamî qedexe bû, me roleke girîng dabû ser milê xwe. Li gel hemû zor û zehmehtiyan jî xweşiyên karê me hebûn. Li welatê xwe bi gelek zehmetiyan re rû bir û mam û kêfxweş im ku di serdemeke wisa de min hunera xwe îcra dikir.”    Kurdî, diyar kir ku her çi qas ew li derveyî welat bijî jî, ew serdana herêmê dike û li gorî çavdêriyên wê ji salên 90’î heta niha pir tiştek neguheriye. Kurdî anî ziman ku di salên 90’î de peyva “Kurdistanê” qedexe bû, lê îro jî wisa ye. Kurdî, dest nîşan kir ku wê demê çi qedexe bû, niha jî qedexe ye. Kurdî got ku wan di stranên xwe de pirî caran ji dêvla “Kurdistanê” peyva “Gulîstanê” bi kar dianîn û wiha domand: “Ev jî qedexeya li ser çand û zimanê me ye. Lê wisa bawer dikim ku heke gelê me bibe yek, em ê hêzdartir bibin  û wê çaxê wê xwedîtî li çandê bê derketin. Heke em vê yekê nekin, em ê azad nebin.”    Kurdî, dest nîşan kir ku dewletên serdest tu carî naxwazin kurd bibin yek û tenê ne partiyên siyasî yên kurdan dixwaze hemû tiştên der barê kurdan de tune bikin. Kurdî, diyar kir ku ew di qada çand û hunera kurdî de jî doza yekîtiyê dikin û wiha domand: “Ji ber vê banga min ji bo hunermendên kurd ev e; Gelek saziyên me yên çandê hene. Ji bo gelê me çi hewce be divê em wê bikin û xwe bi rêxistin bikin. Rastiyeke me ya wisa jî heye ku em qîmetê hevdu baş nizanin. Ji ber vê divê em hîn bêtir xwedî li saziyên xwe derkevin. Çimkî bi saya vê em ê karibin li ser piya bisekinin.”    Kurdî got ku ji xwe gelê me li her qadê li ber xwe dide û divê ew hunermendên kurd piştevaniya gel bikin. Kurdî, dest nîşan kir ku tenê strançêkirin an jî gotin têr nake û wiha domand: “Çandeke me ya berfireh heye. Divê em performansên hîn balkêştir bidin der. Ji bo vê jî lêkolîn divê. Di vî warî de ez xwe jî kêm dibinim. Hêvîdar im di projeyên pêş de em ê bi ser kevin.”    MA / Muhammet Dogru