Teatra Jiyana Nû: Em ê di 2019’an li pêşberî temaşevanên xwe bin 2019-01-02 09:12:49   STENBOL – Ji lîstîkvanê Teatra Jiyana Nû ya di bin banê NÇM’ê de Cîhad Ekîncî diyar kir ku ew ê di sala 2019’an de li her deverê ku temaşevanên wan hene derkevin ser dike û li pêşberî temaşevanan bin.  Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) di qada şanogeriya kurdî de xebatek bêhempa birêve heta roja me îro anî. Yek ji van komên NÇM’ê jî Teatra Jiyana Nû ye û dê di meha çile de li gelek deveran derkeve ser dike. Di 10, 11 û 12’ê çile de dê Teatra Jiyana Nû bi lîstika “Tenê Ez” biçe Amedê û li Şanoya Bajêr a Amedê derkeve pêşberî şanohezan. Heman lîstik dê di 13’ê çile de li Yenî Sahneya Êlihê, di 17’ê çile de li Şa Performansê ya Stenbolê û di 27’ê çile de li Navenda Pêşandana Sû ya Stenbolê derkeve ser dikê    BERNAMEYA WAN TIJE YE    Lîstîkvanê Teatra Jiyana Nû Cîhad Ekîncî der barê lîstikên ku plansaziya wan derxistine de agahî da û got dê meha çile bi gelek şanoyan derkevin ser dike û di meha sibatê de bi lîstika “Bêrû” derkevin tûra Ewrûpayê. Ekînci anî ziman k udi meha sibatê de bernameya wan atolyeya şanoyê heye û serlêdan dê heta sibatê dewam bikin. Ekînci diyar kir ku yek ji plansaziya 2019’an ew e bi Zarok TV re bernameyek zarokan çêbikin û got: “Em ê di vê bernameyê de çîrokên kurdî bi efektên dîtbarî pêşkêş bikin. Bernameyek ji 30 beşan pêk tê. Dîsa bernameyek me din heye ew jî em dixwazin bi lîstikek ku me nivîsandiye derkevin pêşberî temaşevanan. Çima em tiştek wisa dixwazin. Çimkî bi piranî karê nivîsandina şanoyê dikeve ser milê wêjevanên kurd. Lê mixabin di şanoya kurdî de tenê berpirsyariyek wisa didin ser milê lîstikvanan. Têgihiştinek wisa çêdikin. Divê teqez wêjeya kurdî di vê mijarê de piştevaniya xwe bide nîşandan. Divê wêjevanên kurd vî karî wek erkekî bibîne û xwe nêz bike. Ji ber vî awayî me xebatek wiha da pêşiya xwe.”    DIVÊ BEŞDARVAN BI KURDÎ DIZANIBE    Ekîncî got plansaziya wan a atolyeya şanoyê ji ber gelek zêdebûna kar pêk nehatiye û vê carê dê pêk bînin. Ekîncî da zanîn ku krîtera wan esil a atolyeyê kurdî ye û got: “Yên bi kurdî nizanin nikarin beşdarî atolyeyê bibin. Em dixwazin kesên dixwazin bibin şanoger û rihê lîstikê di wan de hebe beşdar bibin. Beşdarvan dikarin li ser malpera teatrajiyananu.com formê serlêdanê tije bikin û xwe qeyd bikin.”    ‘ME CIHÊ XWE AVA KIR’    Ekîncî destnîşan kir ku ew di sala 2018'an de bi gelek zoriyan re hevrû mane û got: “Dibe ku em di 2019’an de jî bi heman astengî û zoriyan re rû bi rû bimînin. Em ji bo zextan ne xerîb in. Tevî hemû mohrkirina cih û desteserkirina dikên me hevalên me li Amed, Wan, Êlihê gelek dikên nû vekirin. Di heman demê de şaredariyên CHP’ê jî ji bo me heman astengiyan derdixin. Me dît ku cih nadin me, em jî rabûn li Stenbolê me cihê xwe ava kir.”    XEBATEK KOLEKTÎF BIRÊVE DIBIN    Ekîncî diyar kir tevî hemû zext û zordariyan jî xebatek bi awayê kolektîf birêve dibin û got: “Ji pergal û dewletê tu daxwaziya me nîne. Bendewariya me ji hunermend û saziyê me heye. Em dixwazin hemû sazî, gel, şexsiyet û hunermendên me bi awayek xurt li şanoya xwe derkevin.”    MA / Sadiye Eser