Lawje li Mêrdîn, Amed û Êlihê konsertan li dar dixe 2019-01-02 09:13:24 AMED – Koma Lawje ya ku berhavkariya stranên herêma Colemêrgê dike, dê di meha Çile de li Mêrdîn, Amed û Êlihê derkeve ser dikê û konseran li dar bixe.  Koma Lawje ya ku berhevkariya muzîka kevneşopiya Colemêrgê dike û ji nû ve bi mûzikhezan dide guhdarkirin li bajarên herêmê dê konseran li dar bixe. Kom dê li Mêrdîn, Amed û Êlihê derkeve ser dikan û ji muzîkhezan re konseran li dar bixe.    Di konseran de dê Alî Tekbaş vokaliyê bike, Îmran Erîn dê li perkusyonê bide, Serhat Bostanci dê li bilûr, saz û udê bide, Burhan Hasdemîr dê li perkusyonê bide, Îbrahîm Odak dê li gîtara elektro bide, Serkan Çabûk dê li gîtara basê bide, Erdem Altinses jî dê li kemanê bide.    Bernameya konserên komê wiha ye: Di 18’ê Çile de li AKM’a Mêrdînê, di 19’ê Çile de li Mala Mamosteyan a Amedê û di 20’ê Çile de li Salona Konferansê ya Baroya Êlihê bin.    Lawje ji sala 2003’an ve li Colemêrgê û derdora wê li ser formên muzîka kevneşopî berhavkariyê dike. Di sala 2013'’n de jî bi repertûara ku vê xebatê berhev kiribû bi albûma Selîqe ji Kalan Muzîkê derket.