Şanoya Mencelê bi du lîstikên nû derdikeve pêşberî şanohezan 2019-01-05 09:22:13 WAN - Şanoya Mencelê bernameya xwe ya meha Çile daxuyand. Wê di meha Çile de bi navê “Zargotin Zêrgotin e” û “Mirin û Keçik” du lîstik nû derkeve pêşberî şanohezan.  Şanoya Mencel a Wanê, bernameya xwe ya meha Çile daxuyand. Wê di 6'ê Çile saet di 19:00'an de bi lîstika "Kozik", di 12'ê Çile saet di 19:00'an de bi atolyeya "Şanoya Jixweberî", di 19'ê Çile saet di 19:00'an de wê bi lîstika "Zargotin Zêrgotin e" û wê di 26'ê Çile saet di 19:00'an de jî bi lîstika "Mirin û Keçik" derkeve pêşberî şanoohezan.    Lîstikvana Şanoya Mencelê Perînaz Delazy der barê bernameya meha Çile de hin agahî parve kirin.    LÎSTIKA 'ZARGOTIN ZÊRGOTIN E'    Delazy, diyar kir ku ew ê lîstika komediyî "Zargotin Zêrgotin e" ku lêanîna wê Çetoyê Zêdo kiriye wê bi derhêneriya Nazmî Karamn ve bê lîstin û got: "Lîstik ji çar sahneyên biçûk pêk tê. Wê ji aliyê 4 jin û 2 lîstikvanên mêr ve bê lîstin. Lîstik bal dikişîne ser vebêjiya çîrokên ku berê pîr û dayikên me ji me re digotin. Wê promiyera wê jî di heman rojê de bê çêkirin. Di lîstikê de argumanên folklorîk zêde hatine bikaranîn û ji aliyê muzîkê ve jî dewlemend e."    LÎSTIKA ‘MIRIN Û KEÇIK’    Delazy, diyar kir ku lîstika "Mirin û Keçik" ku ji aliyê Ariel Dorfman ve hatiye nivîsandin, behsa welatekî piştî serdemeke dîktatoriyê ya dûr û dirêj gihaye rêveberiyeke demokratîk dike û di vê lîstikê de jina ku ji ber fikrên xwe yên polîtîk hatiye îşkencekirin û tecawizkirin wexta leqayî kesê îşkence lê kiriye tê di navbera tolstendin û nestendinê de diçe û tê. Delazy bilêv kir ku wê ev lîstika trajîk-dram ji aliyê Şanoya Mencel ve bi kurdî bê pêşandan.    JI BO ZAROKAN ATOLYEYA BÛKOKÊ    Her wiha Delazy, da zanîn ku ew ê di navbera 20-25'ê Çile de bi navê "Li ser navê bûkokên jixweberî" ji bo zarokan atolyeya şanoya jixweberî û bûkokê li dar bixin. Delazy got: "Em ê ji bo zarokên ku heta niha beşdarî çalakiyên çandî û hunerî nebûne 5 rojan atolyeya şanoya jixweberî û çêkirina bûkokan li dar bixin. Wê di roja dawî de zarok bi bûkokên xwe yên çêkirina lîstikekê bilîzîn. Wê ev ji bo me xebateke cuda û xweş be. Em ê vê çalakiyê bi piştgiriya Çanda Anatolyayê li dar bixin."