Kampanyaya pirtûkan a ji bo girtiyan didome 2017-11-05 09:01:54 STENBOL -Xebatkara Pirtûkxaneya Aramê Fatma Arslan, diyar kir ku heta niha di çarçoveya kampanyaya pirtûkan de 350 pirtûk ji 70 girtiyî hatine şandin. Arslan bang li xwendevanan kir da piştevaniya xwe ya bi girtîgehan re zêdetir bikin.  Bi Rewşa Awarte (OHAL) re şert û mercên li girtîgehan girantir bûn. Ji bo bersiva van mercan bên dayîn, du meh berê Pirtûkxaneya Aramayê ya li Beyogluyê ji bo piştevaniya bi girtiyan re kampanyaya pirtûkan da destpêkirin. Xebatkara Pirtûkxaneya Aramê Fatma Arslan, diyar kir ku heta niha wan ji 28 girtîgehan bi giştî ji 70 girtiyî re 350 pirtûk şandiye.    Arslan da zanîn ku girtî bi riya nameyan xwe gihandine wan û pêdivî bi kîşan çeşnê hebe ew wan dişînin. Arslan anî ziman ku di pirtûkan de sînordariyek tune ye, ew li gor pêdiviyê û li gor hejmara ku girtîgehan sînor kiriye pirtûkan dişînin.    Arslan diyar kir ku der barê kampanyayê de girtîgeh jî li wan vedigerin û wiha domand:"Bi awayekî erênî li me vedigerin. Ji ber me kampanyayeke wisa daye destpêkirin spasiyê xwe dikin. Di nameyekê de hevalekî girtî gotiye ew ê behsa pirtûkên ku wî xwendine kiriye. Ji me re şand. Got 'Bişînin ji hevalên girtîgehên din re.' Ev ji bo me tevgereke hestiyar bû."    Arslan diyar kir ku heta dawî li şert û mercên giran ên li girtîgehan neyê wê ev kampanya bidome. Arslan, got ku ji destpêka kampanyayê heta niha xwendevan wan bi tenê nehiştine û ji ber ew ji gelek girtîgehan re pirtûkan dişînin pêdivî bi gelek pirtûkan heye. Arslan, diyar kir ku her kes dikare pirtûkên xwe yên di pirtûkxaneyên xwe de yên hatine xwendin bişîne. Arslan, diyar kir ku dema mirov ji bo xwe pirtûkan distînin, ew dixwazin yekê jî ji bo girtiyan jî bistînin.    Arslan, dest nîşan kir ku ji girtîgehan kêm nameyên jinan tên û wiha domand: "Em bi taybetî dixwazin hevalên me yên jin ên girtî pêdiviyên xwe yên ji bo pirtûkan binivîsînin. Em nikarin bersivê bidin hemû nameyên hevalan. Em bi nîşeyên biçûk bersivê didin. Em bawer dikin ku girtî me fêm dikin."   Kesên dixwazin piştevaniya kampanyayê bikin, dikarin serî li Pirtûkxaneya Aramê ya li Taxa Katip Mustafa Çelebi Kuçeya Çeşmeyê 6/A ya Beyogluya Stenbolê bidin.