Bi salan e deriyê vê muzeyê girtiye! 2017-11-11 09:08:11 ŞIRNEX  - Li Cizîrê, bi salan e deriyê Muzeya Îsmaîl Ebûl-îz El Cezeriyê ku gelek berhemên dîrokî tê de cih digirin girtiye. Ji ber vê kes nikare serdana wê bike.  Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ji ber deriyê Muzeya Îsmaîl Ebûl-îz El Cezeriyê tim girtiye, kes nikare serdana wê bike. Muzeya ku di sala 1970’yî de bi pêşengiya dîrokzanê cizîrî Abdullah Yaşin ve hat vekirin, çend sal berê nobedarekî bimeaş ji bo wê hat peywirdarkirin. Muze li avahiya berê ya Şaredariya Cizîrê ye. Piştî nobedar hat peywirdarkirin, deriyên muzeyê ji serdêran re hat girtin.    KESÊN TÊN VEDIGERIN   Ji bo rê li ber diziyê bê girtin, derî û pacên muzeyê bi hesinan hatine zeximkirin. Ji ber deriyên muzeyê girtîne, her derê wê di nav tozê de maye. Nivîsa danasînê û lewheyên li ser muzeyê jengarî bûne û hema bêje nayên xwendin. Turîstên xwecihî yên tên bajêr, dema dixwazin serdana muzeyê bikin dema dibînin deriyê wê girtîne vedigerin.    LI BER DERIYÊ WÊ YÊ GIRTÎ ÇAYÊ VEDIXWE!    Nobedarê ku hatiye peywirdarkirin jî xweşikî ne li ber muzeyê ye û li ber wê tim wesayît tên parkirin. Her wiha peyarêyên wê jî ji aliyê çaygerên seyar ve hatine dagirkirin. Esnaf wiha dibêjin: “Ji ber tim girtiye, ew ber muzeyê wek cihê rûniştinê bi kar tînin.” Esnafan got ku heke muze bê vekirin dê fêde li wan jî bibe. Esnafan da zanîn ku di vî warî de Qeymeqamtiya Cizîrê û Şaredariya Cizîrê tu gavî navêjin.    TÊ DE GELEK BERHEMÊN DÎROKÎ HENE    Di muzeyê de gelek berhemên etnografîk û arkeolojîk hene. Li gel kevirê mîhrabê yê Hz. Nûh ku xwedî rabirdûyeke bi deh hezaran salî ye, gelek berhemên dîrokî yên aîdî dema Gûtî, Med, Asûrî Babîl, Osmanî û Mîrîtiya Cizîrê jî tê de hene.    MA / Cihan Olmez