Rîtma xwezayê, ruhê zarokan û bandora kujende ya qeyûman 2017-11-14 09:32:48 ENQERE- Zarokekî qirase ku li ser dikê bi zarokan re dicoşe, bi amûrên xwezayî ku ji ser sergoyan tên komkirin dengê herî xweş derdixe, bi zimanê kurdî diherike nav dilê mirov… Şêrko Kanîwar, Orkestraya Ritma Xwezayî, ruhê zorakan û bandora kujende ya qeyûman ji bo MA’yê vegot.  Carna hin dîmen hene diherikin nav dilên mirov. Dema ku zarokên kurd jî bi amûrên xwezayî bi zimanê kurdî, bi coşek mezin berên çandeyî diafirandin her kurdek bi vê hestê herikî nav zarokatiya xwe. Ev zarokên ku li ser dikê mezin dibin û Orkestreya Rîtma Xwezayî afirandin, bi xwe re derhênerê xwe jî mezin dikin. Ew derhêner Şerko Kanîwar  pirsên Ajansa Mezopotamyayê bersivandin.   Şerko Kanîwar bi dimenên ku tu di strana Koçero de, bi zorakan re dicoşî me ji te hez kir. Em dixwazin te nas bikin.    Ez kesek ku di sala 1995’an de bi zora birayê xwe çûme qurseka muzikê me. Min dibistana navîn li Stenbolê xwend. Birayê min ê mezin tembûrek standibû, dê bi hevalê xwe re biçûya qursa muzikê. Lê ji ber kar û barê xwe ev yek para wî neket. Lewma xwest ku qeyda wî jî vala neçe, li şûna wî ez biçim qursê. Tembûr jî stendibû. Min ev yek nedixwest. Li hemberî vê israra wî min xwe hilda li erdê dida. Qet ne di aqilê min de û nê jî yê malbata min de hebû ku ez ê rojekê bi muzikê rabim û bi muzikê re runêm. Malbata min jî her tim dixwest ku ez bibim bijîşk an jî endezyar.    Yanî heya wê demê qet muzîk di hişê te de tûne bû…    Nexêr. Heya 12-13 saliya xwe qet di paşxaneya min de an jî mêjiyê min de muzîk tune bû. Tu eleqeya min bi muzikê re nebû. Piştî ku min dest bi muzikê kir, ez dema li zarokatiya xwe  vegeriyam min dît dema ku ji bo dewetan komên muzîkê dihatin gundê me, heya ku ew diçûn ez ji cem wan veneqetiyame. Lê piştî ku min bi zora birayê xwe dest bi muzîkê kir, 10 sal şûnde ez hay ji ruhê xwe yê muzîkê çê bûm. Xuyaye ku tiştek hebû. Di temenên pir biçûk de, divê mirov zeminên dewlemend ji zarokan re veqetîne ji bo ku ew karibin riya xwe bibînin. Ger ku min di 2 saliya xwe de dest bi muzîkê kiriba, niha ez di warê muzîkjeniyê de kesek cûda bûm…    Pişt re te çawa muzik bi pêş xist?   Min bi amatorî li tembûrê dida. Dema ku ez ji bo zaningehê hatim Amedê, li Amedê min erbane û def nas kir, li Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê. Bi nasîna defê, hêdî hêdî ez ber bi fikra “divê muzik parçeyek jiyana min be” ve çûm. Piştî ku zanîngeh bi dawî bû, min 3 salan mamostetiya matematîkê kir, li dibistanên taybet.    Te çima mamostetiya fermî nekir?   Bi israr min nexwest ez bikevim nav wê pergala karmendiyê. Dema stajê min nakokiyê pergalê dîtin. Lewma ez neketim nav pergala karmendiyê. 3 sala ji ber problemên aborî ez wekî mamoste xebitîm.    Pekî ev xebata zarokan?   Min di bin banê Şarederiya Bajarê Mezin aa Amedê de dest bi kar kir. Di sala 2006’an de şarederiyê kampa zarokan amede kir. Li Hazarê şarederiyê erd kirîbû. Cihekî xwezayî, cihekî xweş bû. Ji bo zarokan hatibû veqetandin. Her heftê 50 zarokên xizan ku tu derfetê wan tune ye dihatin hilbijartin. Şarederiyê ew dibirin kampê li wir çalakiyên hunerî, civakî, avjenî, spor… Zarok di konan de diman. Min jî wekî mamosteyê muzikê vexwendin wir. Gotin were hefteyekê bi zarokan re atolyeya muzîkê çê bike. Lê ez fikirîm ku ez ne mamosteyê muzîkê me. Tenê têkiliya min bi zarokan li ser dersê matematîkê çê bûye. Amûra min amûrek ku ez hefteyek fêrî zarokan bikim nîn bû. Berpirsê kampê, kaxizek da me got hûn ê hefteyek çi bikin binivîsîn. Tu tiştek di aqilê min de tune bû. Ez li kaxiz dinhêrim ew li min dinihêre. Dengê çirçirkan dihat. Min nivisî û got wir cihekî xwezayî ye. Em ê bi amûrên xwezayî orkestrayekê çê bikin, şeva dawî em ê konserekê bidin. Lê min nizanibû dê çi derkeve. Roja din em derketin ser peravên golê, ji me re tiştên ku deng derxin lazim bûn. Me satil, kevçî, şûşeyên sodayê, petên ku xweza qirêjkirine berhev kirin. Zarok pê keniyan, gotin mamoste ev çî ye. Ji ber ku behsa muzîkê dibe zarok li benda defê, zirnê, daholê ne. Me hinek bi wan re sohbet kir. Me got dema em darekê datînin ew bi aweyekî rîtmik deng dide, dilê me bi awayekî rîtmik lê dide, şev û roj bi awayekî rîtmik diguhere, demsal jî… Dema ku ev amûrê di destê me de xwezayê qirêj dikin û rîtma xwezayê xirab dikin. Me got emê bi van ritmekî derixin û peyamekê jî bidin. Piştî 10 deqayan zarok şok bûn. Ji satilên mast, ji tebaxên binê çay, ji şûşeyên ku xweza qirêj dikin, ji her yekî dengekî derdiket.    Helwesta zarokan çawa bû?    Roja din me xwest zarok vê yekê binirxînin. Zarokek got min notaya dengê xwe di şûyeyan de dît. Ev gotin ji bo min bû destpêka vê xebata zarokan ku ez cardin dest jê bernedim. Yanê me di sala 2006’an de li kampa Şarederiya Bajarê Mezin bi 50 zarokê destpêkir, di sala 2015’an de dîsa di bin banê Şarederiya Bajarê Mezin a Amedê de li Konservatuara Aram Tîgranê bi beşdarbûna hezar zarokê konser da. Di nav van zarokan de zarokên kampa Şengalê jî hebûn. Heya niha 10-12 hezar zarok bûne endamê vê orkestraya rîtma xwezayî. Hinek ji wan karê cuda dikin, hinek jî bi awayê profesyonel di nav xebatên muzikê de ne.    Çi astengî derketin pêşiya we?   Di vê xebatê de enstruman ne hewce ne, di destpêkê de zarok bên îknakirin astengiyên mezin dernakevin holê. Dem bi dem dema hejmara zaroka zêde dibû pirsgirêka cih derdiket. Mesela di sala 2008’an de ji bo ku Heskîf di bin avê de nemîne em bi 82 zarokan çûn Heskifê. Hat dîtin ku xweza û Orkestraya me bi hev ve girêdayî ne. Dema ku Mûnzur tê talankirin, daristan tên şewitandin Heskif di bin avê de dimîne ritma xwezayê xirab dibe. Ev organizasyona me ya yekemîn a mezin bû. Ji ber pirsgirêka cih me xebatên xwe li saziya merhbirînê meşand.   Tiştên balkêş ku we jiya çi bûn…   Mesela hin kanalên mezin xwestin ku em zarokan derxin bernameyên wan. Wê demê zarokên ku keviran davêjin di rojevêdebûn. Dixwestin xebata me li hemberî vê yekê bidin nişan û wekî ku em zarokan rehabilite dikin bidin nişandan. Lê ev yek ne rast bûn. Zarokan him kevir davêtin û him jî muzikê çê dikirin.   Wisa dixuyê ku tu jî bi zorakan re fêr dibî…    Rast e. Ez bi zarokan re fêr bûm. Ez bi zarokan re fêrî perwerdariya xwe bûm. Ew zarokên bê avantaj, ên ku ji malbatê, ji dibistanê hatine qewirandin me peywira herî girîng dan wan. Orkestraya me ya orkestraya zarokên din e. Zarokek got ku ger ku em xelet lê bixin dê çi bibe. Me got ku xeletîlêdan tune ye, ku her kes bisekine hûn lêdin dê dengek din derkeve.    Çi feydeyên din ên vê xebatê hene?   Ev xebat ezperestiyê ji holê radike, kominalizmê, parve kirinê derdikexe pêş, çanda demokrasiyê pêk tîne. Hişmendiya rexne û xwerexnedayînê bi pêş dixe. Ev zorên tovên afrîner, her tim dê bi pêş bikevin. Ez bixwe pir bextewar im. Lê kêmasiyên me jî hene. Li Amedê di navbera 3-10 salî de 400 hezar zarok hene, me 1000 zorakî derxist ser dikê, em negihîştine 399 hezar zarokî. Lewma mirov bi tiştekî wiha diêşî. Temenî min têrê nake ku ez xwe bigihînim her zarokî. Lê dê zarokê hînî vê çandî bûne, vê yekê bidomînin.    Têkiliya vê xebatê û ya ziman çî ye?    Me ev xebat heya niha ji sedî sed bi kurdî meşand ji ber ku em vê karê li Kurdistanê dikin. Lê dema ez hatim Enqereyê me xebata xwe bi tirkî meşand. Li Kurdistanê em di vê xebatê de strana jî dibêjin. Lê dema ku em strana nebêjin ez qet neaxivim jî ez dikarim vê xebatê bi zarokan re bimeşînim. Bê ziman. Bi zarokan re bi zimanê bedana xwe em dikarin hevdu fêm bikin. Ez mehek berê li Amsterdamê bûm. Min qet zimanê wan nizanibû lê me bi hev re stran gotin. Li wir dema tu dikevî polekî ger ku 25 zarok hebin kêmanî 20 çand, zimanên cûda hene. Me bi hev re strana "Keleşo" û "Leylo" got. Dema ku li Kurdistanê vê xebatê dikim bi israr bi kurdî vê xebatê dimeşinim.   Pekî niha şarederiyek ku hûn di bin banê wê de vê xebatê bimeşînin tune ye. Qeyûman bandorek çawa li ser xebata we kir?   Dema ku em li Amedê xebatan dimeşînin 300 zarok ji bo vê xebatê dihatin cem hev. Dema ku hûn li kiryarê qeyûman yên ku li ser şarederiyê DBP’î rûniştine binhêrin, di destpêkê de xebatên jinan, xebatên zarokan xabetên çandê derb xwarin. Bêguman çand û zimanê kurdî hedef hate girtin. Xebata me jî ji ber derfetan darbe xwar. Lê ji hêla rihî, moral û motivasyonê ve ji sedî hezar pêşketin çê bûn. Malbat jî, zarok jî, bêtir li vê xebatên xwedî derdikevin. Ev xebat li mekanan di nav burokrasiyê de ava nebûye ku bi daxwaza wan jî bisekine. Huner ger ku li pêşiyê bend bên çekirin jî dê wan benda jî hilweşine.   Şêrko mina ku hinek zaroktî bi te re heye…     (Bi kenek xurt) Ez ê her tim zarok bimînim. Ger ku tu mirov rihê zaroktî winda bike, mirov dê him xeyalê xwe winda bike hîm jî zû kal bibe…    MA / Kenan Kirkaya