Koma ewil a şanoya xweser a Rojava: Teatra Sarya Baran 2019-05-07 09:05:11 STENBOL – Endamên Teatra Sarya Baran ku koma ewil a şanoyê ya xweser a Rojavayê ye gotin: "Li Rojavayê gel bi awayekî azad bi çand û baweriya xwe dijîn. Gel hişyar bûne."  Teatra Sarya Baran ku koma ewil a şanoyê ya xweser a Rojavayê ye, di sala 2018'an de dest bi xebatên xwe kir. Kom di bin banê Kevana Zêrîn de dixebite. Heta niha lîstika bi navê "Jina Bi Tenê", "Diziya Baxçe" û hin lîstikên zarokan lîstiye. Bi lîsyika "Jina Bi Tenê" di Mîhrîcana Şanoyê ya Ş.Yekta de xelata lîstikvana jin a herî baş û xelata derhênerê herî baş wergirt. Endamên şanoyê Bara'e Hesen û Sarya Golan, behsa xebatên şanoyê kirin.    ‘ME BI DIZIYA BAXÇE DEST PÊ KIR'    Hesen, diyar kir ku pêşî bi çar kesan kom hatiye avakirin û wan bi lîstika "Diziya Baxçe" ya zarokan dest bi karê xwe kiriye. Hesen, got: "Em bi vê lîstikê tev li Mîhrîcana Zarokan a 4'an bûn. Li Rimêlan, Serêkaniyê û Qamişloyê me lîst. Gel ji vê lîstikê pir hez kir. Di dema lîstika Diziya Baxçe de me atolyeyeke ji bo 4 mehan jî li dar xist. Piştî atolyeyê me dest bi provayên lîstika Jina Bi Tenê kir." .   Hesen, diyar kir ku di pêş de ew ê xebatên xwe bi lîstikên zarokan hem jî bi lîstika "Jina Bi Tenê" bidomînin û got: "Niah yek jê a zarokan em du lîstikan çêdikin. Em dixwazin hejmara komê zêde bikin. Ji bo xebatên profesyonel em ê atolyeyan li dar bixin."    Hesen, diyar kir ku li Rojavayê her tişt nû ye û got: "Rejîma Baasê xwest kurdên bê nasname biafirîne. Bû sedema texrîbatên mezin. Huner tune bû. Çandeke arbesk hebû. Niha em hewl didin ji vê rewşê xelas bibin. Hîn jî em êşa wê yekê dikişînin. Mesela mîhrîcanên şano, sînema, muzîk, reqsên gel û zarokan li dar dixin. Li her bajarî saziyên me yên çand û hunerê hene. Komunên şano, sînema û reqsên gel hatin avakirin. Ji bo kêşana klîpan studyoya 'Hunergeha Welat' hat avakirin. Me ji sifirê dest bi her tiştî kir. Em hewl didin awa û şêweya xwe biafirînin."    ‘ME MÊRÊ KU ÎKTÎDAR E HÊRS KIR'    Endama komê Sarya Golan jî got: "Em nikarin bêjin bi temamî piştevanî heye. Ên dibêjin 'çi hewceyî bi koma jinê heye.' Lê ên pîroz dikin jî hene. Lê bi awayekî pir baş tê dîtin, me zilamê ku di hunerê de îktîdar e pir hêrs kiriye."    Golan, anî ziman ku di lîstika wan a zarokan de 9 lîstikvanên zarok hebûne û got: "Di lîstika Dizê Baxçe de 9 lîstikvanên me yên zarok hebûn. Niha hejmara me bûye 13 de. Em di atolyeya xwe ya zarokan de perwerdehiya pedagojiyê jî didin. Em xeberoşkan ji wan re dixwînin. Em xeberoşkan dikin lîstik. Ji bo bedena wan pêş bikeve em hin liv û tevgeran bi wan didin kirin. Ji bo cîhana wan a xiyalî berfireh bibe em ji wan dixwazin çîrokan binivîsin û bixwînin. Her ders, dibe lîstikek. Piştî atolyeyê jî em dest bi provayên lîstikan dikin. Em Koma Teatra Sarya Baran, dixwazin çîrokên jinan vebêjin."    ‘HIŞYARBÛNEK HEYE'    Golan, bal kişand ser şert û mercan jî û got: "Şert û mercên me ne pir zor ne jî pir rihet in. Lê rasteqîniyeke Rojavayê heye. Hîn nû şer qediya. Lê talûke neqediyaye. Di van şertan de em derfetan peyda dikin û hildiberînin."    Golan, got: "Rejîma Baasjê li ser esasên eberbûyînê tev geriya û bîbiriya wê hîn jî didome. Lê bi Şoreşa Rojavayê re niha gel ketine pêyî nasnameyên xwe. Li vira ermenî, suryanî, asûrî û kurd bi çanda erebî hatin helandin. Zimanê serdest erebî ye. Çanda arabeskî serdest e. Niha em dikarin bêjin ku li rojvayaê gel bi awayekî azad bi çand û baweriya xwe dijîn. Gel hişyar bûne."    MA / Sadiye Eser