Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû çap kirin 2017-11-18 09:30:48 AMED – Weşanên Aryenê sê pirtûkên nû çap kirin. Yek jê pirtûka helbestan e û herduryên din jî roman in. Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû çap kirin. Ji pirtûkan yek a helbestan e û herduyên din jî roman in. Ji romanan yek jê bi tirkî ye û ya din bi kurdî ye.    STRANÊN ÇIYAYAN    Pirtûka helbestan  “Daglarin Şarkilari” (Stranên Çiyayan) a Abdurrahman Çadirci derket. Helbestvan wiha dibêje “Tenê ne firek çay û mirin jî li çiyayan tê parvekirin…” Helbestvan Çadirci pirtûka xwe diyarî kulîlkên gêlazî yên welatê xwe dike. Helbestvan pêşgotina helbesta xwe wek “ferman” binav dike û helbestên xwe wek hestên çiyayan pênase dike.    DEMA GELAN    Romana bi navê “Halklarin Zamani” (Dema Gelan) a M. Cihat Çobanoglu jî “Pêvajoya tasfiyê” ya PKK’ê ya di salên 2002-2004’an de vedibêje. Pirtûk bi gotinên Zerdeştê Kal ên “Di dilê te de cih birçî ye. Wisaye ku bila hezkirina te bila hezkirinan mezin bike” dest pê dike. Pirtûk di heman demê de pêvajoya rêxistina gelekî û pêvajoya derbasbûna berxwedanê vedibêje.    MEŞA JIYANÊ    Yek ji van berheman jî pirtûka bi navê “Meşa Jiyanê” ye. Bi kurdî hatiye nivîsandin û nivîskarê pirtûkê Kerem Bîlen e. Ev pirtûka ewil a nivîskar e. Nivîskar Bîlen 18 sal e di girtîgehê de ye û wiha dest bi pirtûkê kiriye û behsa rêwîtiya wê dike: “Heke jiyan tu rêwîtî bî, qet nesekine, bimeşe, di her gav û nefesê de tu yê xwe bibînî.”