Rastak, dê hatina konserê ji Kirmanşanê re bişîne 2017-11-19 13:31:57 STENBOL -Koma muzîka gel a Îranê Rastak, dê hatina konserên ku li Stenbol û Amedê pêk bîne, ji mexdûrên erdheja Kirmanşanê re bişîne.  Koma Muzîka Gel a Îranê Rastak ku bi pir çandî navê xwe li cîhanê belav kiriye dê di 23'ê mijdarê de li Navenda Pêşandanê ya Bostanci ya Stenbolê konserê pêk bîne. Konsera ku Konsera ku ji aliyê Toranj Event Organizasyon (TEO)  ve tê amadekirin dê hatina wê ji mexdûrên erdheja Kirmanşanê re bê şandin. Koma Mûzîkê ya Rastak piştî konsera Stenbolê dê di 25'ê Mijdarê de li Navenda Kongre û Çandê ya Amedê konserekê bide. Kom dê hatina vê konserê jî ji mexdûrên erdhejê re bişîne. Koma Rastak berê di sala 2014'an de li Navenda Çand û Hunerê ya Dicle Fıratê beşdarî şahiyekê bûbû. Tevî hunermenda kurd a Horasanî Yelda Abbasî konser dabû.    Koma Mûzîkê Rastak, bi zimanê kurdî, farîsî, tirkî û erebî stranan dibêje. Kom, heta niha bi albumên "Rangvarehaye Kohan", "Hameye Aghvame Man", "Sornaye Norouz" û "Miane Khorshidhaye Hamisheh" derketibû pêşberî mûzîkhezan.