Belgefîlma ‘Gîtmek’ li Şîşliyê hat qedexekirin 2019-06-28 16:53:18 STENBOL – Pêşandana galaya belgefîlma “Çûyîn (Gîtmek)” a ku Komkujiya Pirsûsê vedibêje ji aliyê Emniyet û Qeymeqamiya Şîşlî ya Stenbolê ve hat qedexekirin. Belgefîlma “Çûyîn (Gîtmek)” Komkujiya Pirsûsê ya 33 kesan jiyana xwe ji dest da vedibêje. Galaya belgefîlmê dê îro êvarê li Navenda Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a Şaredariya Şîşlî ya Stenbolê bihata pêşandan. Qeymeqamiya Şîşlî û Miduriyeta Polîan a Şîşliyê belgefîlmê bi îdiaya “Propaganda terorê dike” qedexe kirin.    Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di hesabê medya civakî de wiha got: “Me yê îro galaya belgefîlma GÎTMEK li Stenbolê bida pêşandan lê emniyet û qeymeqamiya Şîşliyê destûr nedan pêşandana belgefîlmê.”    Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê dê saet di 19.00’an de li ber Navenda Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet têkildarî qedexekirina belgefîlmê daxuyanî bide çapemeniyê.    Pêşandana belgefîlmê dê îro saet di 20.30’an de li Weqfa Lêkolînên Zanist Perwerde Estetîk Çand û Hunerê (BEKSAV) bê pêşandan.