Hejmara duyemîn a Kovara Folklora Me derket 2019-06-29 17:09:00   AMED – Hejmara duyemîn a Kovara "Folklora Me" ya bi naverokek têr û tije derket. Hejmara duyemîn a meha hezîran, tîrmeh û tebaxê ye.    Hejmara duyemîn a meha hezîran, tîrmeh û tebaxê ya Kovara "Folklora Me" ya ji aliyê Weqfa Mezopotamya ve tê derxistin derket. Kovara ku bi “Zargotin pişt e, folklor her tişt e” dest bi weşangeriyê kir û li ser folklora kurdan dixebite di refên pirtûkfiroşan de cihê xwe girt. Xwîner dikarin kovarê li pirtûkfiroşan peyda bikin.    Di vê hejmara kovarê de jî gellek mijarên cûr bi cûr ên li ser folklorê cih digirin.