Komeleya Lêkolînên Kurdî dest bi waneyên havînê kir 2019-06-30 10:14:52   STENBOL - Komeleya Lêkolînên Kurdî, waneyên xwe yên dema havînê da destpêkirin. Rêveberê komeleyê Eyyûp Sûbaşi bal kişand ser pola zarokan ku cara yekemîn vedikin û ev tişt got: "Di demên pêş de em ê li taxan jî dbistanan vekin."    Komeleya Lêkolînên Kurdî duh dest bi waneyên xwe yên dema havînê kir. Komeleyê bi zaravayê kurmancî ji bo  asta 1, 2 û 3'yemîn pol vekirin. Her wiha komeleyê cara yekemîn ji bo zarokan jî pol vekir. Gelek kesên ku xwestin mehên xwe yên havînê binrixînin, serî li komeleyê dan û eleqeyek mezin nîşanî waneyên dema havînê dan. Rêveberê komeleyê Eyyûp Sûbaşi têkildarî waneyan axivî û agahî dan.    'WEK3 ZIMANÊ NAYÊ ZANÎN TÊ PENASEKIRIN'   Sûbaşi diyar kir pirsgirêkên ku ji damezrandina komarê ve ji ber nenasiya bi fermî ya zimanê kurdî dertên hene û wiha got: "Li sazî û dezgehên fermî kurdî weke "zimanê nayê zanîn" tê nasîn. Feraseta "zimanê nayê zanîn" nêrîna li hemberî kurdî ye. Dewlet bi mêjiyê 'Em vî zimanî nas nakin û dê nas nekin. Ji bo rakirina wî çi hewce be, em ê bikin.' tevdigere. Di wateya fermî û qanûnan de ewletiya kurdî tuneye. Ev ji bo kurdî talûkeyeke mezin e. Çima talûke ye? Lewre kurdî ne dikeve dibistanan û ne jî dikeve saziyeke fermî û ne jî dibe tabeleya dikanekê."    'DIVÊ DIBISTANÊN KURDî DÎSA VEBIN'   Sûbaşi da zanîn ku bêyî li benda dewletê bê sekinandin divê dibistanên kurdî vebin û ev tişt anî zima: "Hewce bike divê mal bi mal bê gerandin û girîngiya van dibistanan bê vegotin. Di vê mijarê de peywirên girîng dikevin ser milê rêveberiyên herêmî." Sûbaşi di berdewamê de bal kişand ser belavbûna xebatên li ser kurdî û wiha pê de çû: "Xebatên têkildarî kurdî piranî bi parastinê bi sînor in. Ligel parastinê divê di mijara pêşxistinê de jî li ser kurdî xebat bên meşandin. Divê em kurdî bikin zimanê perwerde, aborî, siyasî û bazarê."    'DIVÊ ZAROK PÊŞÎ ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ HÎN BIKE'   Sûbaşi destnîşan kir ku ji bo zarokan hînbûna çend zimanan bi xwe re serkeftinê tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hin malbat difikirin ku zarokê wan li şûna kurdî bi tirkî biaxivin dê serkeftîtir bin. Li Kurdistanê dayikeke bi zarokê/a xwe re bi 10 peyvên tirkî biaxive, zarokê/a wê dikare bi 100 peyvên kurdî fikrên xwe bîne ziman. Ji ber ku dê û bav baş bi tirkî nizanin, hem tirkî û hem jî kurdî bi awayekî pirsgirêk hînê zarokê/a xwe dema pêşketinê de ye dikin. Ji ber vê yekê jî divê dê û bav destpêkê kurdî hînê zarokê/a xwe bikin. Zarok dikare tirkî li her derê bixwîne û hîn bibe. Li gorî gelek lêkolînan zarokên ku bi 2 zimanan diaxivin serkeftîtir in.    LI TAXAN DIBISTANAN VEDIKIN   Sûbaşi di dawiya axaftina xwe de agahiyek girîng parve kir û ev tişt gotin:"Di demên pêşiya me de em ê li taxan jî dibistanên kurdî vekin. Ji bo vê yekê pêwîstiya me bi piştgiriya saziyên sivîl û gel heye."