NÇM'ê dest bi xebatên demsala nû kir 2017-09-20 13:11:33 STENBOL - NÇM'ê kargeriyên xebata nû vekir û dest bi xebatên demsala nû kir. NÇM'ê piştî kargerî vekir dê di Cotmehê de 3'emîn Mihrîcana Çand û Hunera Kurd pêk bîne.    Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) dest bi xebatên demsala nû kir. Der barê xebaten nû amadekariyên peşerojê de Hunermenrd Genim xebatên xwe parve kirin. "Em armanc dikin ku bi ruhê gelê xwe yê çand û hunerê û ruhê azadiyê serdema nû geş bikin. Navenda Çanda Mezopotamya bi salan e xizmeta çand û hunera kurd dike û hewl dide ku çanda kurdan biparêze û berhemên nû li ser zêde bike.    NÇM di serdema nû de bi kargeriyên nû dest bi xebatê kir. Di vê serdema nû de kargeriyên tembûr, bilûr, zurne, piyano, gîtar, keman ders didin. Li gel van kursan kargeriya dansa modern jî tê vekirin. MÇM dîsa di meha cotmehê de dê 3'emîn Mihrîcana Çand û Hunera kurd pêk bîne. Ji niha de dest bi amadakariyên wê hatin kirin. Di xebatên kargeriya nû de li gorî amadekariyên 3'emîn mihrîcana Çand û Hunerê xebat tên kirin."   Genim, destnîşan kir ku dixwazin li dijî polîtîkayên bişaftin, komkujiya çandê, xebatên atolyeyan pêş bixin. Di van mihrîcanan de mirovan    Genim destnîşan kir ku ji roja  NÇM'ê dest bi xebatê kiriye heta niha bi rêk û pêk xebatên atolyeyan dimeşîne û wiha got: "Me her dem xizmeta çand û hunerê kir. Em dixwazin bi xebatê hunerê bersîvê bidin pêvajoya polîtîk. Di xebatên atolyeyan de armanca me ya sereke em dixwazin li metropolên em lê dijîn çanda kurdan bi ciwan û zarokan bidin nasîn. Em dixwazin ciwan û çandê bi hev bidin naskirin û  ciwan vê çanda xwe li derbasî pêşerojê bikin. Em dixwazin li dijî polîtîkayên bişaftin û komkujiya çandê têkoşîna parastina çandê xurt bikin."    'LI DIJÎ OHAL Û KHK'Ê ÇAND Û HUNER'   Genim, destnîşan kir ku di meha cotmehê de Mihrîcana Çand û Hunera kurd pêk tînin û amadekariyên wan ji bo wê yekê ne. Genim, destnîşan kir ku dest bi xebatên mihrîcanê kirine û wiha got: "Em dixwazin çanda xwe li Stenbolê belav bikin û bigînin hemû gelê xwe. Em dixwazin berhemên nû pêşkêş bikin û li çanda xwe zê de bikin. Mihrîcan dê 5 rojan berdewam bike. Dê hem aliyê şano, hem aliyê sînema, dîtbarî, muzîk û panel berhemên xwe pêşkêş bikin. Berê jî NÇM'ê mihrîcan pêk anîn û eleqeya gel pir zêde bû. Em dixwazin bi vê mihrîcanê bersîvê bidin OHAL û KHK'ê. Em dixwazin bi vê mihrîcanê gelê xwe dîsa daxin kolanan. Em dixwazin dîsa bi ruhê çand û hunerê û bu ruhê azadiyê ber bi pêşrojê ve bimeşin. Em dixqazin gelê me eleqeyek mezin nîşanî kargerî û atolyeyên çand û hunerê bidin.    Genim, anî ziman ku çand û huner damarên jiyana mirovan e û wiha got: 'Pergalê bi pêvajoya OHAL'ê herî zêde xwest çand û hunerê têxe bin zextan. Ji ber vê yekê di 2 salên dawî de gelek navendên çand û hunerê hatin girtin. Lê me tevê OHAL'ê tu carî xebatên xwe yên çand û hunerê ranewestandin. Me dîsa hewl da ku li gel hemû şert û mercan çand û henerê bigînin gel. Em wekî NÇM'ê û xebatkarên NÇM'ê dê her dem bi hêvî bin û heviya xwe zindî bigirin. Em dê hêviyê xurt bikin û ber bi pêşerojêve têkoşîna xwe berdewam bikin."