‘Jin herî baş xwe bi hunerê îfade dike’ 2017-11-25 09:08:28 MÊRSÎN – Hunermendên NÇM’ê ya bi KHK’ê hat girtin, li atolyeyên alternatîf xebatên xwe didomînin. Hunermend Gulîstan Tûran wiha got: “Huner awayê herî azad e ku, jin xwe pê îfade dike.”  Li Mêrsînê hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ku bi KHK’ê hat girtin, xebatên xwe yên hunerî didomînin. Hunermend, li atolyeyên alternatîf ên hatin avakirin qursên bilûr, hunerên ciwankariyê, piyano û kemanê didin. Ji hunermendên atolyeyê Kadîr Çat, anî ziman ku bi îlankirina OHAL’ê re zext û zoriyên li her derî zêde bûn, berê xwe dan qada hunerê jî.    Çat, anî ziman ku bi girtina saziyên hunerê, xwegihandina gel û hunermendan hatiye astengkirin, lê belê ew bi riyên alternatîf xwe digihînin gel û xebatên xwe didomînin. Çat wiha got: “Ji ber huner ji nav civakê derketiye, em di nav civakê de ne. Tu carî qeyd û bend li hunerê nayên xistin. Îktîdar qenalên me yên pêwendiyê çi qasî digire bila bigire, lê em ê bi riyên alternatîf xwe bigihînin  gel.”    ‘DI BINYATA HUNERÊ DE LIBERXWEDAYÎN HEYE’    Hunermend Gulîstan Tûran jî, di OHAL’ê de dema mirov hem jin be hem jî hunermend be zehmet e. Tûran got ku bi OHAL’ê re mudaxileyî jiyana jinê û qada hunerê tê kirin. Tûran wiha domand: “Huner awayê herî azad e ku, jin xwe pê îfade dike. Lê belê, bi qanûnên ku di dema OHAL’ê de hatine derxistin ev yek tê astengkirin.” Tûran, diyar kir ku ji ber ew hunerê îcra dikin bi binçavkirin û girtinan re rû bi rû dimînin. Tûran, dest nîşan kir ku lê belê wê tu zext û zorî nikaribin hunera xwemal asteng bikin û ew ê bi riyên alternatîf hunera xwe îcra bikin. Tûran, anî ziman ku hunermend bi hunera xwe heye, lê dema ku nikaribe hunerê îcra bike tu ferqa wî/ê hunermendê ji mirovekî/e mirî tune ye. Tûran diyar kir ku divê li hemberî feraseta hunera yekparêz, li her qadên jiyanê hunera alternatîf bê rêxistinkirin. Her wiha Tûran got ku di binyata hunerê de liberxwedayîn heye.