Baterîstê 10 salî maqûlên dewetan dicoşîne 2019-09-24 09:46:41   AMED - Li navçeya Erxeniyê zarokê bi navê Huseyîn Taş ji ber xwe ve bateriyê hîn kiriye û bi bavê xwe re diçe dewetan û li batariyê dide.    Li navçeya Erxeniyê ya Amedê, Kûtbettîn Taş (41) û kurê xwe yê 10 salî Huseyîn Taş bi hev re diçin dewetan û li bataryayê didin û sranan dibêjin. Huseyîn, li dewetan derbasî ser batariya ji telê xwe mezintir ku ji ber xwe vê hînê lêdana wê bûye û maqûlên dewetên bi rîtma bateriyê dide coşandin.   'STRANAN JÎ DIZANE'   Bavê Huseyîn, Kûtbettîn Taş ku li tembûrê dide û solîstiyê dike, diyar kir ku kurê wî gelek stranên kurdî jî zane û wiha got: "Van stranan jî bi derfetên xwe hîn kiriye. 6 sal in diçim dewetan û stranan dibêjim. Dema ku cara ewil çûm dewetan û dest bi stranan kir, nizanibûm ku pîl çawa li mîqrefonê dikevin. Bi piştgiriya hevalan 6 sal in diçim dewetan û stranan dibêjim. Bi hînkirina karê min re kurê min jî hînê lêdana bateriyê bû. Lêdana tembûrê jî li malê bi tena serê xwe hîn kir. Niha dibistan heye, diçe dibistanê. Hin cara bi awayekî ku ji dibistanê nemîne bi min re tê dewetan jî. Ez gelek dixwazim ku perwerdeya muzîkê bigire. Heta ji destê min bê ezê alîkariya kurê xwe bikim."   'MIN JI BER XWE VE HÎN KIR'    Huseyîn diyar kir ku 2 sal in lêdana bateriyê hîn kiriye û wiha got: "Min bi tena serê xwe lêdana bateriyê hîn kir. Min bi şopandina bavê xwe ji muzîkê hez kir. Niha jî lêdana tembûrê hîn dikim. Bavê min lêdana bateriyê nizane, min ji ber xwe ve hîn kir. Dema ku ez li dewetan li bateriyê didim, ji biçûkan bigire heta mezinan herkes matmayî dimîne."