Şanoya Mencelê ji mihrîcana duyemîn re amade ye 2019-09-24 16:22:02 WAN - Bernameya 2'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Mencelê ku îsal diyariyê Evdirrehîm Rehmî Hekarî tê kirin dê di navbera 10-20'ê Cotmehê de bi dûrişmeya "Di dika heqîqetê de tu jî replîkek bibêje" bê lidaxistin, aşkera bû.  Bernameya 2'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Mencelê ku dê di navbera 10-20'ê Cotmehê de bi dûrişmeya "Di dika heqîqetê de tu jî replîkek bibêje" bê lidaxistin, aşkera bû. Têkildarî bernameyê li Dika Mencelê ya li Navenda Kargehan a Aydin Perîhanê daxuyanî hat dayîn. Lîstikvan Perînaz Delazy hemû şanohezan vexwend mihrîcanê.    DÊ DIYARIYÊ EVDIRREHÎM REHMÎ HEKARÎ BÊ KIRIN   Delazy diyar kir ku dê mihrîcan 10 rojan bidome û komên cûda bi lîstikên xwe di mihrîcanê de cih bigirin û wiha got: "Dê di çrçoveya mihrîcanê de 12 lîstik bên lîstin. Teksta yekemîn a kurdî Memê Alan 100 sal berê ji aliyê Evdirrehim Rehmî Hekarî ve hatiye nivîsandin. Ji ber ku ev yek ji bo me gelek girîng e, em vê mihrîcanê diyariyê Evdirrehim Rehmî Hekarî dikin. Di nav lîstikan de lîstikên zarokan û 2 lîstikên jinan jî hene. Di mihrîcanê de bi giranî lîstikên kurdî bên lîstandin lê wê lîstikên tirkî jî hebin. Dê 2 lîstik ji Îranê bên û bi soranî bên lîstandin. 2 lîstik jî dê ji Stenbolê bên û ev jî yek ji wan a jinan be. Dê piraniya lîstikan ji Rêya Armûşê û Erdîşê bên lîstandin. Hêviya me ew ku hemû lîstikên me bên lîstandin."